Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin

  • jin
  • 15:11 16 Adar 2024
  • |
img
MÛŞ - Ceylan O. ya ji gundê Mexakom a girêdayî navenda bajêr ku ji aliyê hevjînê xwe Nejdet O. ve hatibû derbkirin, mirî hate dîtin.
 
Ceylan O. ya ji gundê Maxekom ku girêdayî navenda bajêr a Mûşê ye, ji aliyê hevjînê xwe Nejdet O. ve rastî îşkenceya sîstematîk dihat, bi awayekî biguman mirî hate dîtin.
 
Ceylan O. ya duh bi şev hevjînê wê Nejdet O. tundî lê kiribû, piştî tundiyê çû nexweşxaneyê. Agahiyên ku me ji xizmên Ceylan O.'yê wergirtin, Ceylan O. ya ji nexweşxaneyê rapora derbxwarinê wergirtibû, piştî ku vegeriya mala xwe di danê sibehê de bi awayekî guman mirî hate dîtin. Tê îdiakirin ku Ceylan O.yê xwe kuştî ye.
  
Ceylan O., îro li gundê ku lê dijiya hate veşartin.