Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye

  • jin
  • 14:02 15 Adar 2024
  • |
img
ENQERE - Femînîstan, ji bo namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê daxuyaniyeke piştgiriyê dan û gotin: “Gultan Kişanak namzeta me jî ye.”
 
636 femînîstên li Enqereyê ji bo namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê daxuyaniyeke piştgiriyê dan. Femînîstên ku li buroya hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê ya li Kolana Kûnûrê hatin bahev pankarta “DEM’a Mor a Siyasetê, Jin li Enqereyê bi Gultanê re ne” vekirin. 
 
‘HEVRÊTIYA FEMÎNÎST’ 
 
Yek ji femînîsta ku piştgiriya Kişanakê kir, Fatma Nevîn Vargun, destnîşan kir ku Kişanak namzeta wan bi xwe ye jî wiha got: “Ji ber ku bi Gultan Kişanakê re demekî dirêj e di têkoşîna rizgariya jinê de hevrêtiya femînîst dikin. Em şahidin ku di dema parlamenteriya xwe de li Meclisê hem bû dengê têkoşîna rizgariya jinan hem î têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê. Weke femînîstên ku bi salan e bi Tevgera Jinên Kurd re têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, ku Gultan Kişanak jî di nav de ye, em dibêjin gultan Kişanak jî namzeta me ye.”
 
NAMEYA KIŞANAKÊ 
 
Ebrû Gunay a DEM Partiyî jî nameya Kişanakê xwend. Nameya Kişanakê wiha ye: “Rêzdar hevalên feminist, ez hîn bûm ku we kampanyayeke îmzeyê ya ku piştgiriya namzetbûna min dike li dar xistî ye. Dest û ked û dilê we sax be. Gelek spas dikim. Ez keyfxweş im ku bi we re hevala têkoşînê me. Hûn her hebin, ji bo pêşerojeke azad û wekhev em têdikoşin.
 
DI DEMOKRASIYA HERÊMÎ DE NÊRÎNA JINAN
 
Ûrsûla çi dibêje ‘yekane rêya têkbirina tepisandin, zext û sansurê redkirina wan e. Ne tolhildan redkirina hem amûrên wan hem jî hedefên wan’. Çi xwe gotiye. Em femînîst rêbaza siyaseta feraseta mêrsalar û armanca wan red dikin. Em jin ne ji bo desthilatê ji bo rêveberiyê biguherin, bi nêrîna jinan re demokrasiya herêmî bi hev re ava bikin siyasetê dikin.
 
EM JI BO SERKEFTINA AŞTIYÊ TÊDIKOŞIN
 
Em femînîst siyaseta cihekarî û dijminatiyê qebûl nakin û ji bo aştiya civakî ava bikin siyasetê dikin. Ew ji bo koltuxekê bi dest bixin, em ji bo azadî û aştiya jinê bi dest bixin têdikoşin. 
 
BIJÎ PIŞTEVANIYA FEMÎNÎST 
 
Em ê rêxistinkirina jinan, piştevanî û têkoşînê bilind bikin û em ê mezin bi ser bixin. Em ê îro û sibê di hilbijartinê de û piştî hilbijartinê bi hev re têbikoşin û bi hev re qezenc bikin. Bijî piştevaniya femînîst, bijî têkoşîna rizgariya jinê! Jin jiyan azadî!”