TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê

  • jin
  • 09:53 14 Adar 2024
  • |
img
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen got ku kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hêz daye jinan û wiha got: “Em bi vê dirûşmê ber bi 8’ê Adarê ve meşiyan. Em ê niha jî kampanyayê veguhêzin Newrozê.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlona 2023’yan de kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” dabû destpêkirin û sê qonaxên kampanyayê hatin bidawîkirin. Di qonaxa yekemîn de li hemû navendên bajaran start hate dayîn û civîn hatin lidarxistin, di qonaxa duyemîn de ji tecrîdê heta polîtîkayên şerê taybet, têkoşîna zayendî, tundî hwd. di gelek mijaran de atolye û xebatên perwerdeyê hatin lidarxistin. Di qonaxa sêyemîn a kampanyayê de jî heta 8’ê Adarê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin û di 8’ê Adarê de daxwaz hatin qêrîn. TJA dê di rojên pêş de têkildarî kampanyaya xwe raporekê parve bike. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen got ku kampanyaya wan gihiştiye gelek jinan û îcar jî bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Newrozê ve” amadekariyên Newrozê û hilbijartinên 31’ê Adarê dikin. 
 
‘KAMPANYA BI 8’Ê ADARÊ RE SÎNORDAR NÎNE’
 
Şen, anî ziman ku kampanyaya wan bi 8’ê Adarê bisînor nîne û di rojên pêş de dê bi fînaleke mezin biencam bikin. Şen, wiha domand: “Gava ewil a kampanyayê deklarasyon û start bû û ya duyemîn jî perwerde bûn. Di perwerdeyan de tecrîd, şerê taybet û hwd. hatin nîqaşkirin. Ji gelek aliyan ve hatin nirxandin. Di cihekî dagirkerî ewqas giran de divê berxwedaneke topyekûn pêş bikeve. Ya ku rê li ber polîtîkayên şerê taybet vedike, tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan e. Gelo ev polîtîka dikare çawa bên têkbirin û ji bo azadiya fîzîkî gelek nîqaş hatin kirin. Em tundiyê tenê ji hêla fîzîkî ve nanirxînin. Gelek rê û rêbazên tundiyê hene. Ji hêla rêxistinî ve jî em li dijî tundiyê guherîn û veguherîna zîhniyetê esas digirin. Her wiha em hewl didin zîhniyeta mêr jî veguhere. Di vê mijarê de nîqaşên berfireh hatin kirin. Jin xwe çawa pênase dikin, dê xwe çawa pêş bixe û seknekî çawa raber bike, dê çawa azad bibe û xwe birêxistin bike, ev tevek hatin nîqaşkirin.” 
 
LI 7 BAJARAN MITÎNG HATIN LIDARXISTIN
 
Bi domdarî Şen anî ziman ku xebat û deklarasyona 8’ê Adarê, “Meşa Mezin a Azadiyê” û “Nobeta Edaletê” jî parçeyeke kampanyaya wan bûn û wiha domand: “Meşa Azadiyê girseyî bû û gelemperî jinan pêşengtî kir. Ev cihê şanaziyê ye. Me bi vê coş û moralê dest bi xebatên 8’ê Adarê kir. Me li 7 bajaran mitîngên 8’ê Adarê li dar xist. Her wiha li Tirkiye û Kurdistanê pîrozbahiyên mezin hatin lidarxistin. Meşa Depê ji bo me tevan bû moraleke mezin. Di van çalakiyan de tespît û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin pêş.”
 
‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’
 
Di berdewamê de Şen got ku di çarçoveya rojeva hilbijartina îsal de wan li ser bingeha pergala hevserokatiyê xebat meşandine. Şen, diyar kir ku pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û ev israr di çalakiyan de jî derketiye holê. Şen, anî ziman ku di çalakiyên wan de mijara ziman, tecrîd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî mijarên wan ên sereke bûn. Şen, wiha domand: “Ev peyam jî dê 8’ê Adarê veguhêzin Newrozê. Careke din derket holê ku Tevgera Jinên Kurd bi ser ketin. Têkoşîna me bi kampanyayê bisînor nîne. Têkoşîna me ya li dijî qirkirina jinan, tundî, talankirina xwezayê û koletiyê dê heta dawiyê bidome. Weke di çalakiyên 8’ê Adarê de jî hatiye gotin, em ê qeyûman bişînin û hemû destkeftiyên xwe dîsa bi dest bixin.” 
 
‘BI JIN, JIYAN, AZADIYÊ BER BI NEWROZÊ VE' 
 
Şen, bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo jinan û wiha bi dawî kir: “Kampanyaya me bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve’ dest pê kir, em bi vê ve ber bi 8’ê Adarê ve meşiyan. Em niha jî dibêjin ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Newrozê ve’  û dê ber bi 31’ê Adarê ve bimeşin. Em ê di 31’ê Adarê de destkeftiyên xwe dîsa bi dest bixin û biparêzin. Bêguman cihê Newrozê ji bo jinên kurd pir cuda ye. Weke TJA’yê em jî dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Newrozê ve’ û ruhê Rahşanan, Semayan agirê Newrozê gurtir bikin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû jinên Kurdistanê ew e ku agirê Newroz û azadiyê geş bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag