Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin

  • jin
  • 14:55 8 Adar 2024
  • |
img
AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de axivî û wiha got: “Em ê li hemberî siyaseta şerê taybet a ku li Kurdistanê di meriyetê de ye serî netewînin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di mitînga li Qada Stasyonê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê lidarxistin de axivî. Hatîmogûllari, beşdar bi kurdî silav kir û wiha got: “Hûn hemû bi xêr hatin, ser çavan hatin. Merhaba gelî jinan, merhaba Dayikên Aştiyê, merhaba dayikên me yên di Nobeta Edaletê de, merhaba jinên hêja yên xwe fedayî vê têkoşînê kirin. Silav li hemû jinên seranserî cîhanê. Silav ji Sakîneyan re, ji Pakîzeyan, ji Fîgenan, ji Gultanan, ji Sebahatan û ji hemû jinên di zindanan re.” 
 
‘ME MOHRA XWE LI TÊKOŞÎNEKE DÎROKÎ DA’ 
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku ev 5 hezar sal in jin di bin pergala mêrê serdest de tên eziqandin û keda wan tê xwarin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Di heman demê de ev 5 hezar sal in em li dijî vê pergalê têdikoşin, me serî netewand û mohra xwe li têkoşîna dîrokî da. Keda me hate xwarin, tundî li me hate kirin, em hatin qetilkirin lê me tu caran serî netewand. Êrişî pergala me ya hevserokatiyê kirin lê me tu caran serî netewand. Silav ji hemû jinên di têkoşîna azadiyê de bedel dayîn re, silav ji kesên bi xweliya xwe dîroka 8’ê Adarê nivîsandin û diyarî me kirin re.” 
 
JINÊN HATINE QETILKIRIN BI BÎR XIST 
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari got ku jin di her qadên jiyanê de rastî zext, komkujî û tundiyê tên û Gulistan Doku û jinên hatine qetilkirin bi bîr xist. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo valaderxistina polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê tê meşandin, li Qada Amedê bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diqîrin. Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin dê tu caran dev ji mafê xwe yê jiyanê bernedin. Em jin dê li hemberî şerê taybet ê li Kurdistanê serî netewînin. Em jin dê dev ji parastina Peymana Stenbolê bernedin, dê dev ji parastina qanûna hejmar 6284’ê bernedin. Em ê dev ji mafê xwe yê nefeqeyê bernedin.
 
EM Ê NEHÊLIN HEVSEROKATIYÊ BIKIN MIJARA NÎQAŞÊ 
 
Jinên hêja, weke DEM Partî û hemû hêzên bi me re dixebitin, me got ku pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Êrişa herî mezin a li dijî vê pergalê, bi rejîma qeyûman re dest pê kir. Qeyûman herî zêde êrişî polîtîkayên me yên jinan kirin. Hewl dan pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bidin ber nîqaşê. Lê em jin dê destûrê nedin vê. Niha li Kurdistanê 5 hezar namzetên me yên hevşaredariyê û namzetên rêveberiyên herêmî yên jin hene. Li Tirkiyeyê tu partiyan nekarîn vê yekê pêk bînin. Ya ku ev yek pêk anî ne tenê partî, vîna we jinên hêja ye. 
 
JINÊN KU JI XWELIYA XWE TÊKOŞÎN AFIRANDIN 
 
Hevalên hêja; em ê li Amedê li dora namzetên xwe yên hevşaredariyê feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bînin. Em ê vê pergalê bi feraseta jinê bi hev re ava bikin. Meclisên jinan mîsogeriya vê ne. Em ew jinin ku me di 8’ê Adarê de ji xweliya xwe têkoşîn afirand. 
 
DÊ JIN BI SER KEVIN
 
Heta ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan û hêza wan hebe dê tu rejîmên zilaman nekarin me têk bibin. Bi qasî ku ji dest tê dixwazim bi zimanê dayikê bibêjim; Mehsa hate kuştin, nexêr bû al, Mehsa bû alaya hemû jinên têkoşer, bû alaya hemû jinan. Pora wê bû alaya têkoşîna me. Ew nemir di nav me de ye û em bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî’ berz bikin û Jîna Emînî dîsa bi bîr bînin. Heta ku ev têkoşîna jinan hebe, heta ku ev hêza wan a birêxistinkirî hebe ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistan û Rojhilata Nvaîn dê tu rejîmên otorîter ên zilaman nekarin me têk bibin. Jin dê bi ser kevin, em ê bi ser kevin.” 
 
Piştre jî hunermend derketin ser dikê û mitîng didome.