Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn

  • jin
  • 14:53 8 Adar 2024
  • |
img
ÊLIH - Hezaran jinên tev li mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê bûne, wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin. Di axaftinên hatine kirin de ev peyam hate dayîn: “Dê serkeftin ya jinên li dora felsefeya 'jin, jiyan, azadiyê' bûne xelek be. 
 
Tevî gelek navendan li Êlihê jî mitînga 8’ê Adarê tê lidarxistin. Jin di mitînga ku pêşengtiya wê Tevgera Jinên Azad (TJA) dike de li Parka Jinan gihiştin hev. Jinên bi cil û bergên neteweyî tev li mitîngê bûne wek kortej ji sê noxteyên lêgerînê ketin qadê. 
 
Tevî Dayikên Aştiyê gelek jin dowîz û lolîpopên li ser “Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe”, “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “Qetilkirinên jinan polîtîk in”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, Bijî berxwedana jinan” dinivîsandin hilgirtin. 
 
Herwiha jinan wêneyên jinên hatine qetilkirin ên Nagîhan Akarsel, Îpek Er, Rojvelat Kizmaz, Dîlan Korkmaz, Gulistan Doku, û Jîna Emînî hilgirtin. 
 
Jinan di qada mitîngê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin, bi çepik û tilîliyan dengê xwe bilind kirin. 
 
KORKMAZ: EM Ê BI FELSEFEYA “JIN JIYAN AZADIYÊ” SERBIKEVIN 
 
Jinan bi govenda li ber muzîkên hatin lêxistin li benda destpêkirina bernameyê man. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz a li ser navê Komîteya Amadekar axivî, qala êrişên li ser destkeftiyên jinan kir û anî izman ku jinên li dora felsefeya “Jin jiyan azadî” bûne xelek dê qezenc bikin.
 
BANGA YEKITIYÊ 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag jî ji qada mitîngê banga pêkhatine yekitiya gelê kurd kir û wiha got: “Dayikên Şemiyê nobeta edaletê digirin. Divê ev daxwaz demildest were qebûlkirin. Heke em kurd yekitiya xwe pêk bînin em ê ji hemû qadên têkoşînê bi serkeftî derkevin. Yekitî hêza me ya herî mezin e. Li dijî têkoşîna gelê kurd kes nikare bisekine. Ji têkoşîna di pêşengtiya jinan de pêş dikeve re hezar silav.”
 
‘EM LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET XWE BI RÊXISTIN BIKIN’ 
 
Aktivîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz jî diyar kir ku berxwedana di pêşengtiya jinên kurd de pêşdikeve belavî her derê cîhanê bûye. 
 
Yildiz, destnîşan kir ku kes nikare bikeve pêşiya têkoşîna jinan û wiha got: “Em kesên di nav têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji hevrêyên me yên jin ên li girtîgehan li ber xwe didin re ji vir tilîlî û çepikên xwe dişînin. Ew têkoşîna wan li girtîgehan daye, rêya me ronî dike. Em li dijî polîtîkayên qirêj ên pergalê hedef digire têkoşîna xwe xurt bikin. Em bi ruhê 8’ê Adarê berxwedana xwe bilind bikin. Jin di hedefa şerê taybet ê pergalê de ne. Em li dijî van pêkanînên şer xwe bi rêxistin bikin. Em bi hev re têbikoşin. Yekane canê ku em winda bikin nîne. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
‘BILA TU ROJVELATÊN DIN NEMIRIN’ 
 
Xwişka Rojvelat Kizmaz a hefteyên borî li bajêr dawî li jiyana xwe anî, Adar Kizmaz jî di mitîngê de axivî. 
 
Kizmaz di axaftina xwe de wiha got: “Rojvelat beriya hefteyekê ku winda bibe miroveke govend digerand û keyf dikir bû. Em bawer nakin ku xwe kuştî ye. Piştî ku winda bû serlêdanên me çêbûn lê bêencam man. Me bi derfetên xwe dît. Di dema xwe de xebatên lêgerînê çênebûn. Kesên ku Heskîf di binê avê de hiştin bûn sedemê ku Rojvelat jiyana xwe ji dest bide. Ji bo ku tu Rojvelatên din nemirin divê jin bi hev re bihêz bin.”