Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • jin
  • 14:52 8 Adar 2024
  • |
img
WAN – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û got ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û pirsgirêka kurd were çareserkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya li Wanê de axivî. Uçar, anî ziman ku jin bi pergaleke ku koletiyê li wan ferz dike re rû bi rû ne û wiha domand: “Em jin li dijî vê dîroka azadiyê dinivîsin. Pergala ku jinan li Rojava ava kirin, cisaret da pergala azadiya jinê û hemû pergal serûbin kir. Em li dijî vê pergala li me tê ferzkirin em hene, em hebûn û dê her hebin. Silav ji rêhevalên me yên jin ên pêşengtiyê ji me re dikin. Tişta herî zêde vê pergalê ditirsîne heqîqeta jinê ye. Tu hêzan nekarîn pêşî li ber heqîqet û têkoşîna jinan bibire û dê nekarin jî. Azadiya civakan girêdayî azadiya jinan e. Navê vê îktîdarê yê li Kurdistanê, qirkirina jinan e.” 
 
‘EM Ê RÊ NEDIN KESN ME TUNE DIHESIBÎNIN’ 
 
Uçar bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û ev tişt anî ziman: “Bersiva herî xurt dê em jin bidin îktîdara AKP-MHP’ê ya dijminatiyê li jin û kurdan dike. Di serdema vê îktîdarê de 7 hezar jin hatin qetilkirin. Yek ji mijara herî zêde di hilbijartinan de li ser tê axaftin, pergala hevserokatiyê ye. Jinên di girtîgehan de bersiva herî baş didin bê ka jin dê çawa siyasetê bikin. Weke kesên ev têkoşîna dewr girtin, em ê rê nedin siyaseta mêr û pergala me tune dihesibîne. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de tu partiyan nekarîn xwe bigihînin kapasîteya partiya me û siyaseta me.” 
 
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Uçar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev îktîdara ku nekarî encamekî ji komployê bigire, niha jî tecrîd xistiye meriyetê. Me di navbera 1-15’ê sibatê de Meşa Mezin a Azadiyê li dar xist. Me xwest pirsgirêka kurd were çareserkirin, birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û tecrîd were rakirin. Heta ku em sax bin dê ev daxwaz her tim li er zimanê me be û di dilê me de be. Ev 103 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne û li hêla din Nobeta Edaletê didome. Ev berxwedan herî zêde jî ji bo gelan, baweriyan û azadiya jinan e. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk pêkan e. Çareserî di destê birêz Ocalan de ye ku di pêvajoya çareseriyê de pêvajoyeke mîna bihûştê bi welêt da jiyîn.”