Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê

  • jin
  • 13:46 8 Adar 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mitînga 8’ê Adarê ya li Cizîrê de axivî û diyar kir ku ew amade ne ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêjeyeke zêde ya dengan bi ser kevin. Dogan, wiha got: “Em ê di şeva 31’ê Adarê de bersivê bidin serokkomarê Tirkiyeyê.” 

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li navçeya Cizîr a Şirnexê mitîng li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê û berdevka partiyê Ayşegul Dogan, namzetên hevşaredariyê yên bajar û navçeyan û bi sedan jin tev li mitîngê bûn. Li qada mitîngê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hatibû daliqandin û dovîzên Jin jiyan azadî”, “Zarokên rojê, “Rewşa me bi qudret e”, “Bi zana re jiyan dê azad bibe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin hilgirtin. Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê û Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan Dogan û namzetên hevşaredariyê tev li mitîngê bûn. 
 
‘BÊRÎTANAN, ZÎLANAN Û BÊRÎVANAN KEDA JINAN LI DÎROKÊ NIVÎSANDIN’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk ji ewil di mitîngê de axivî û wiha got: “Em ê îro bi hev re serhildan, têkoşîn û piştevaniya xwe pîroz bikin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Bêrîtanan, Zîlanan û Bêrîvanan keda jinan li dîrokê nivîsandin. Em jin heta azad dibin dê vê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan jî li ser navê TJA’yê axivî û wiha got: “Em vê rojê li hemû jinên li her devera cîhanê têdikoşin pîroz dikin. Em hemû jinên heta niha di têkoşîna azadiyê e jiyana xwe ji dest dayîn jî bi bîr tînin. Bîranîna wan dê rêya me ronî bike. Li her devera cîhanê û Kurdistanê şer hene. Xweza tê tunekirin, jin tên qetilkirin û em jî dibêjin ku me heta niha paşvegav neavêt û dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Her roj li dijî jinan operasyonên siyasî tên kirin. Bi hezaran hevalên me yên jin girtî ne. Di şexsê Leyla Guven û Ayşe Gokhan de em silavan ji hemû jinên girtî re dişînin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.” 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN Û HEVALÊN XWE AZAD BIKIN’ 
 
Bi domdarî Fîdan bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Hevalên me ev bû 103 roj di greva birçîbûnê de ne. Li zindanan tecrîdeke giran heye. Ji bo şikandina vê tecrîdê hevalên me ketin greva birçîbûnê. Em jin dê bi berxwedana xwe vê tecrîdê bişikînin û hevalên xwe azad bikin.” 
 
DOGAN:  CIZÎR JI BO 31’Ê ADARÊ AMADE YE
 
Piştre jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û ev tişt anî ziman: “We bi xwe re mizgîniya 31’ê Adarê jî aniye. Ji niha ve ser xêrê be. Îroj rjeke dîrokî ye û gelê kurd gelek bedel dan. Em hem ji ber jinbûna xwe, hem jî ji ber kurdbûn û zimanê xwe tên eciqandin. Em ji bo nasname, ziman û zayenda xwe têdikoşin.” 
 
Dogan,bal kişand ser hilbijartinê û wiha domand: “Dipirsin bê ka hilbijartinên rêveberiyên herêmî çima ji bo kurdan ewqas girîng in. Em bi hev re bersivê bidin. Xwezaya me, civaka me dirizînin. Qeyûm ne tenê memûrên dewletê ne, di heman demê de hewl didin civaka me birizînin. Xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin. Cizîr amade ye ku di 31’ê Adarê de dengekî pir bilind bistîne. A yekemîn em ê qeyûman bişînin, ya duyemîn dê em ê destûrê nedin kesên bi diziyê hewl didin îradeya gelê me xesp bikin û ya sêyemîn jî em ê bersivê bidin serokkomarê Tirkiyeyê. Em ê Şirnexê bi dest bixin û xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Em ê kolan bi kolan bigerin û bi pêşengtiya jinan deriyê çareseriyê vekin. Em ê rêya avakirina wekhevî, hizûr û aştiyê bibînin.”
 
GOVEND HATE GERANDIN
 
Piştî axaftinan, koma muzîkê ya Aryenê û Rojda derketin ser dikê. Jinan li ber stranan govend gerandin û mitîng bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.