Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê

  • jin
  • 13:44 8 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna deh hezaran jinan dest pê kirin. 
 
Yek ji cihên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê lê tê pîrozkirin jî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Pîrozbahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “ Bi vîna azad a jinan em dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bînin” tên lidarxistin. Bi hezaran jin ji saetên zû yên serê sibehê ve ber bi qadên pîrozbahiyê yên li 7 navendan ve herikîn. 
 
Jinan cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirin û qadên pîrozbahiyan xemilandin. Dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadan olan dide.