Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir

  • jin
  • 16:50 7 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo serlêdanên bernamzetiyan bang li hemû jinan kir. 
 
Pêvajoya serlêdanên bernametiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) daye destpêkirin didome. Bernamzet dê bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin û yek ji krîterên partiyê jî nêzikatiya li hemberî pergala hevserokatiyê ye. Serlêdan dê heta 10’ê kanûnê bidomin. Meclisa Jinan a HEDEP’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi zimanên kurdî û tirkî vîdeoyek parve kir û bang li jinan kir. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Bindestan a Sosyalîst, Partiya Jinûverizgariya Sosyalîst, Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Partiya Şoreşger û hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin di vîdeoyê de cih girtin. Di vîdeoyê de bang li jinan hate kirin ku ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk bibin namzet. 
 
'JI BO RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN AZADÎXWAZ...’ 
 
Di parvekirina xwe de Meclisa Jinan a HEDEP’ê wiha got: “Li dijî rejîma qeyûm ji bo paradîgmaya rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê bixin meriyetê; di mekanîzmayên gotin û biryaran de cih bigirin, ji bo ku siyaseta nû bi îradeya jinê were avakirin; banga me ji bo temamiya jinan ew e ku di HEDEP’ê de bibin bernamzet.”