Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin

  • jin
  • 13:17 6 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî dê sibe li Silêmaniyeyê bê lidarxistin. Tê payîn ku gelek akademîsyen bi lêkolînên xwe tev li konferansê bibin.  
 
Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhanê, sibe dê Yekemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bê lidarxistin. Konferans dê du rojan bidome. 
 
Konferans, ji bo akademîkirina pirsgirêkên jinan û ronîkirina rola esas a jinên kurd dê were lidarxistin ku lêkolîner û akademîsyen dê bi lêkolînên xwe beşdarî konferansê bibin.
 
Zanîngeha Silêmaniyê hewl dide pirsgirêka jinan bike mijareke zanistî û akademîk. Ev konferans jî gavek ber bi vê armancê ve ye ku tê de hewl tê dayîn bersiv û çareseriyên zanistî yên pirsgirêka jinê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.