Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin

  • jin
  • 17:03 5 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Parlamentera HEDEP’ê Çîçek Otlû ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê axivî, diyar kir ku dixwazin ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahiyekê wergirin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li girtîgehan hatiye destpêkirin li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Ji bilî malbatên girtiyan gelek endamên partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Tecrîd dikuje, mirovahî dide jiyîn” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
 
‘JI POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ RE NA’ 
 
Parlmentera HEDEP’ê Çîçek Otlû erdheja duh li Gemlîkê çêbû bi bîr xist û wiha got: “Di erdhejê de mafê hevdîtinê bi malbatên xwe re ji her girtiyan re nehate dayîn.” Otlu, destnîşan kir ku dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyê bigirin û wiha got: “Em ji polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehan re dibêjin na. Divê Wezareta Dadê dengê malbatên me bibihîze û hiqûqê pêk bîne. Em dixwazin li Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin. Em ê têkoşînê bidomînin.”