Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan

  • jin
  • 19:12 3 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinên HEDEP’î li Silêmaniyê bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiyan. 
 
Şandeya jinan a  ji parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Sêrtê Sabahat Erdogan, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Çîmen Fîdan, Berdevka Tevgera Jinan Gulbahar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar û endama Meclisa Jinan a HEDEP’ê Gulbahar Aksoyê pêk dihat, ji bo hin rêze serdanan di 29’ê mijdarê de çûn bajarê Silêmaniyê. 
 
Şandeyê di çarçoveya serdanên xwe de bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê de hatin cemhev. 
 
Di daxuyaniya piştî civînê hate lidarxistin de wiha hate gotin: “Serdana me di çarçoveya kampanyaya li dijî tundiya li ser jinê ya ku li cîhanê bi berfirehî tê meşandin û ji bo ji holê rakirina vê tundiyê çawa têbikoşine. Her wiha me behsa pirsgirêkên her du parçeyên Kurdistanê kir. Em ê hewl bidin di pêşerojê de bi hev re kar bikin da ku em bigihin azadiya jinê û avakirina yekitiyên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê.”