MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist

  • jin
  • 16:50 29 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist û rêveberiya xwe diyar kir. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di 7’ê mijdarê de li Amedê hate avakirin û îro li avahiya komeleyê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist. Gelek rojnameger û endamên komeleyê tev li Lijneya Giştî bûn. Lijne, bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. 
 
Di lijneyê de ji ewil endama dîwanê rojnameger Bêrîvan Altan axivî. Altan, bal kişand ser girîngiya komeleyê û wiha got: “Li djî nêrza yê medyayê, MKG qadeke girîng a têkoşînê ye. Pênûsa ji Gurbetelliyan dewr hatiye girtin îro bi MKG’ê didome.” 
 
Piştî axaftinê jî endamên lijneya rêveberiyê hatin hilbijartin. Piştre Endama Damezirîner a MKG’ê Roza Metîna axivî û ev tişt anî ziman: “Hêvîdarim ku ev lijneye ji bo mezinbûna rêxistiniya rojnamegerên jin bibe gavek. Dê têkoşîna me ya li dijî ziman û zîhniyeta nêrza mezintir bibe. Bi sala ye bi rêya polîtîkayên şerê taybet êrişî rojnamegerên jin û Çapemeniya Azad dikin. Hêvîdarim ev gava îro hatiye avêtin ji van tevan re bibe bersiv.” 
 
RÊVEBERIYA NÛ
 
Rêveberiya nû ya MKG’ê wiha ye:  
 
Endamên Esil ên Lijneya Rêveberiyê: Sûltan Mercen, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alagaş, Pinar Ural û Derya Ceylan. 
 
Endamên Cîgir ên Lijneya Rêveberiyê: Ceylan Akbaşli, Aysel Işik, Bahar Bal, Nûrcan Yalçin û Derya Us.
 
Endamên Esil ên Lijneya Venêrînê: Asli Erdem, Rozerîn Gultekîn û Solîn Alphan.
 
Endamên Cîgir ên Lijneya Venêrînê: Bêrîvan Kayi, Lorîn Baran û Gulçîn Şanli.