Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist

  • jin
  • 16:33 26 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi sernavê “Li Herêma Rihayê Mijara Wekheviya Zayendiya Civakî” atolye li dar xist. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de bi sernavê “Li Herêma Rihayê Mijara Wekheviya Zayendiya Civakî” atolye li dar xist. Atolye, li eywana civînê ya Baroyê hat lidarxistin û tevî parêzên baroyê, gelek pêkhateyên Platforma Jinên Rihayê tev li bûn. 
 
Rêvebera Komeleya Piştevaniya Mala Jiyanê ya Jinê parêzer Berfîn Gokkan pêşkeşiyek kir. Di pêşkeşiyê de mijarên newekheviya zayendî ya li Rihayê, xebatên saziyên jinan, çekdariya ferdî ya zêde bûye, zehmetiyên parêzerên jin ên pîşeyî, di pêvajoyên binçavkirin, girtin û darizandinê de hedefgirtina siyasetmedarên jin, derketin