Qîmeta xwezayê di rîçala îsotên a tûj de veşarî ye

  • jin
  • 09:25 17 Nîsan 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Li Alaçatiyê, Esra Sûbaşiya tevî fêkî û zebzeban, bi firotina riçala ku ji gelek giyayan debara xwe dike. Sûbaşi bal kişand ser rîçala şîr û îsota tûj û diyar kir ku tama rîçalê bi qasî qîmeta ku ji bo xwezayê tê dayîn diguhere. 

Li Alaçatiya Îzmîrê, Esra Sûbaşi (35) bi firotina zebze û fêkiyên li baxçeyê xwe debara xwe dike. Sûbaşi, ji îsota tûj û şîr rîçalê çêdike û her wiha rîçala gelek giyayên ku li baxçeyê wê şîn tên jî çêdike. 
 
Sûbaşê, fêkî û zebzebên kom dike baş dişo û paşê hûr dike. Piştî hûrkirina şekir tev li wan dike û qederekê dide sekinandin. Dû re rîçalê dikeline û 2 rojan li ber tavê dihêle. Sûbaşê diyar kir ku heta fêkî tam negihên divê neyên jêkirin. Sûbaşê bi lêv kir tama rîçalên wê cuda ye. Sûbaşê destnîşan kir ku ew di şert û mercên zehmet de dixebite. Sûbaşê got, li bazarê herî zêde rîçala şîr û îsota tûj tê daxwazkirin. 
 
Sûbaşi, diyar kir ku li Bazara Alaçatiyê hemû jin alîkariya hevdu dikin û bi vî awayî berên xwe difiroşin. Sûbaşi got: “Em rîçala giyayan çêdikin. Em rîçala bacanên reş, gezer, şebeş, şîr û gelek tiştên din çêdikin. Çawa zehmetiya her karî hebe, ya vî karî jî heye. Em her sibeh saet di 9’an de diçin Bazara Alaçatiyê û heta 6’ê êvarî berên xwe difiroşin.” 
 
‘DIVÊ JIN AZADIYA XWE PÊK BÎNIN’ 
 
Sûbaşi, diyar kir ku ew li gor mezinahî û biçûkahiyê şûşên rîçalê ji tomerîfiroşan dikirin û ji ber ew kedê didin bextewar in. Sûbaşi, anî ziman ku ew ji çêkirina rîçalê hez dike û li bazarê bi firotina rîçalê ew azadiya xwe ya aborî pêk tîne. Sûbaşi, diyar kir ku li gor qîmeta ku ji bo xwezayê tê dayîn, berdariya fêkî û zebzeban zêde ye, lê belê dema zirar bê dayîn wê tu berdariya wan tune be. Sûbaşi got: “Heta ku mirov zirarê nede xwezayê, xweza xwe hildiberîne, xwe nû dike û dide qezenckirin.” Sûbaşi, destnîşan kir ku tama rîçalan jî li gor qîmeta ku ji bo xwezayê tê dayîn diguhere.