Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin

  • jin
  • 13:56 31 Adar 2023
  • |
img
STENBOL - Di danişîna 3’yemîn a doza Weqfa Hîranûr ku bi destdirêjiya zaroka bi navê H.K.G. bû rojev de biryara berdewama girtina faîl Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hate dayîn û danişîn taloqî 5’ê hezîranê hate kirin. 
 
Danişîna 3’yemîn a doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. di 6 saliyê de da “zewicandin”, Kadîr Îsteklî û dayika wê Fatima Gumuşel jê tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadoluyê ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. 
 
Di îdianameyê de ji bav Yûsûf Ziya Gumuşel û dayik Fatima Gumuşel re ji ber sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokekê ya li pey hev” 22 sal û 6 meh, ji Kadîr Îsteklî yê H.K.G. pê re hate zewicandin re jî ji ber sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokekê ya li pey hev” û “Êrişa zayendî” 67 sal 10 meh û 15 rojan  cezayê hefsê tê xwestin. Şandeya dadgehê di danişîna ewil a di 30’ê çileyê de hate dîtin de biryara qedexeya weşanê û veşartinê da. Di danişîna duyemîn ku di 27’ê sibatê hate lidarxistin de jî dozgerê derbarê esasê de mutalaaya xwe aşkere kir xwest bersûc bên cezakirin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de faîlên girtî Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî û Fatma Gumuşel a bi şertê kontrola edlî tê darizandin amade bûn. Şandeya dadgehê di danişîna ku 2 şahid hatin guhdarkirin de biryar da ku şahidekî din jî bê guhdarkirin û rewşa girtîbûna faîlan bidome. Dadgehê danişîn taloqî 5’ê hezîranê kir.