Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 16:18 24 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê jina bi navê Z.A. li mala xwe bi amûrê bibirê hate qetilkirin. Li Stenbolê jî Umîda Tulyaganova, ji aliyê Riza Beler ve bi îşkenceyê hate qetilkirin
 
Li Êlihê Z.A. ya 40 salî bi amûra birînê li mala xwe qetilkirî hate dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyera li Taxa Belde ya girêdayî navçeya Navendî qewimî, Z.A. ya 40 salî û dayika 3 zarokan li mala xwe bi amûrê bibirê hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirinê lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
STENBOL 
 
Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê Umîda Tulyaganova (40) ya ozbekistanî ji aliyê Riza Beler (61) ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Bûyer duh saet di 05.30’an de li Taxa Navendî ya Kocasînan a Bahçelîevlerê qewimî. Piştî ku di nava Umîda Tulyaganova û Riza Beler de nîqaş derket û mezin bû cîranan agahî da polîsan. Ji ber polîs dereng hatin cihê bûyerê Beler, Umîda Tulyaganova bi îşkenceyê qetil kir. Beler, dema ku cenaze vedişart hate girtin, hate binçavkirin. Beler ê îfadeya wî hate wergirtin cînayet îtîraf kir.