Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin

  • jin
  • 15:19 10 Tebax 2022
  • |
img
WAN - Aktîvîstên TJA'yê Kevser Elturk a ku di 10’ê tebaxa 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê leşkeran ve bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora wê ew bibîr anî. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), endma YJA-Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di 10’ê tebaxa 2015’an de li çoltera navçeya Gimgimê ya Mûşê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê leşkeran ve bedena wê hatibû teşhîrkirin, salvegera ku canê xwe ji dest daye de ser gora wê, ew bibîr anî. Aktîvîstên TJA’yê, rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkarîyê ya bi Malbatan di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Wenda Kirine (MEBYA-DER), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajêr û navçeyan tev li bernameya bînanînê ya li Goristana Karşiyaka a navçeya Rêya Armûşê bûn.
 
‘ÊRIŞ LI HEMÛ JINAN HAT KIRIN’
 
Bîranîn li ser gora Elturk ku beriya niha ji aliyê polîsan ve hatibû rûxandin, bi xwendina dûayan û rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya teşhîrkirina bedena Elturk bi bîr xist û anî ziman ku ew dê îşkenceya li Elturk hatibû kirin qebûl nekin. Kaya diyar kir ku îşkenceya di şexsê Elturk de hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin.
 
‘LI GORÎ HIQÛQA ŞER TEVNAGERIN' 
 
Piştî Kaya, Hevseroka HDP'a Rêya Armûşê Canan Ûzûnay jî diyar ku ehlaqek û hiqûqek şer jî heye û Tirkiye li gorî vê yekê jî tevnagere. Ûzûnay anî ziman ku têkoşîna jinan dê tim berdewam bike û axaftina xwe bi gotina “Bijî têkoşîna jinan” bi dawî kir. 
 
Jinan qurnefîlan danîn ser gora Elturk û bîranînê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana jinan” bi dawî kirin.