‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'

  • jin
  • 21:25 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE/AMED– Jinên di yekemîn salvegera fesixkirina Peymana Stenbolê de li Enqereyê daketin kolanan gotin: "Biryar çi dibe bila bibe em ê dest ji mafên xwe, jiyana xwe û Peymana Stenbolê bernedin." 
 
Di yekemîn salvegera fesixkirina Peymana Stenbolê de ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan biryarnameyekê îmzeya Tirkiyeyê ya li bin Peymana Stnebolê betal kiribû, Platforma Jinan a Enqereyê daxuyaniyek da. Jin li Kolana Sakarya ya navçeya Çankayayê li hev kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Ji bo me neqediyaye" nivîsandî hat hilgirtin û dirûşmeyên "Peymana Stenbolê jiyan e", "Em natirsin, serî natewînin", "Mêr dikuje dewlet diparêze" û "Jin dê hesab ji AKP'ê bipirsin" hatin berzkirin. 
 
Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Zeynep Ulger daxuyanî xwend. 
 
DI SALEKÊ DE 302 CINAYET
 
Ulger bal kişand ser bûyerên ku sala Peymana Stenbolê hat fesixkirin rû dan û got: "302 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 254 cinayetên jinan wekî mirinên bi guman hatin tomarkirin. Çav berdan mafê nefeqeyê yê jinan, gotin dê di destjihevberdanê de navbeynakriyê bi kar bînin. Li qereqolan ji jinên tahde li wan hatin kirin gotin, Peymana Stenbolê betal bû, em ji bo parastina we peywirdaran nadin. Ji bo parastinê tevdîr nehatin girtin, biryarên dûrxistinê nehatin dirêjkirin, cesaret dan kiryarên destdirêjiyê." 
 
KÊMKIRINA CEZA
 
Ulger anî ziman ku kêmkirina ceza ya ji bo Nevîn Yildirimê nehat pêkanîn ji bo kujerê Pjnar Gultekînê hatiye pêkanîn û got, gotina "Baş bû ku Peymana Stenbolê hat betalkirin" ya kujer Cemal Metîn avci temsîliyeta edaleta nêrza ye. 
 
ÊRIŞÊN LI SER MAFÊ JIYANÊ
 
Ulger destnîşan kir ku zimanê nefretê yê li hemberî LGBTÎ+'yan her diçe zêde dibe û got: "Di meşa Rûmetê de 314 kes hatin binçavkirin û îşkencekirin. Kesên ku bi hinceta ku Peymana Stenbolê pergala malbatê xera dike ew kirin hedef êriş anîn ser mafê me yê jiyanê." 
 
‘EM Ê DEST JI MAFÊN XWE Û JIYANA XWE BERNEDIN'
 
Ulger di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser doza Peymana Stenbolê ya li Şûraya Dewletê û diyar kir ku jinan hêwan tije kiriye û nîşan dane ku dê dest ji peymanê bernedin. Ulger got: "Biryar çi dibe bila bibe em ê dest ji mafên xwe, jiyana xwe û Peymana Stenbolê bernedin." 
 
AMED 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê jî têkildarî salvegera Peymana Stenbolê li Parka Rojavayê ya li navçeya Peyasê daxuyanî da. Tevgera Jinên azad (TJA), Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek eks tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Ji bo civakê aştî, ji bo jinan Peymana Stenbolê" nivîsandî hat vekirin û dowîzên li ser "Bijî piştevaniya jinê" û "Peymana Stenbolê jiyan e" nivîsandî hatin hildgirtin. 
 
Endama Komîsyona Jinan a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Amedê Kiymet Yildiz di daxuyaniyê de axivî. Yildiz destnîşan kir ku jin li hêwanên dadgehê, li kuçeyan û li Şûraya Dewletê Peymana Stenbolê diparêzin û got, pêkanîna Peymana Stenbolê ji bo wan qada têkoşînê ye. 
 
Yildiz bilêv kir ku ji roja ku Peymana Stenbolê hatiye fesixkirin heya niha gelek jin hatine kuştin û mirinên bi guman zêde bûne. 
 
Yildiz destnîşan kir ku dewlet polîtîkayên xwe yê şer û mîlîtarîzmê her roj gurtir dike û got: "Li bajarên me cerdean, esker, notirvan, kesên bi unîfroma û bêunîforma yên hêzê ji dewletê digirin û xwe disipêrin çeka xwe dijminatiya kurdan û jinan dikin. Ev kes bi zanebûnî ber bi van deran ve tên şandin. Ev kes tahdeyê rewa dibînin ji bo jinan û zarokan. Û bi bêcezatiyê jî tên xelatkirin. Lewma em ê li hemberî vê pergala paramîlîter a li bajarên me hatiye avakirin radibin!" 
 
Yildiz ku got "helbest em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin bipirsin" destnîşan kir ku dê dest ji paxila failan bernedin. Yildiz anî ziman ku dê bi israr dozên bi vî rengî bişopînin û got: "Dê desthilata we ya nêrza birûxe, em ê Peymana Stenbolê bidin jiyandin." 
 
Daxuyanî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.