23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê

  • jin
  • 09:22 26 Çile 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Besna Gunay, 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê. Gunay ku hewl dide bibe dengê girtiyan, diyar kir ku dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede û ji bo kurê xwe yê ku li Girtîgeha Bûcayê di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din bang kir. 

Dayika Aştiyê Besna Gunay (69) ku li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijî, 23 sal in di rêyên girtîgehên Tirkiyeyê de diçe û tê. Kurê wê Ziyadîn Gunay di sala 2004'an de tevli PKK'ê bûye û di sala 2009'an de jî li Zagorsê jiyana xwe ji dest daye û kurê wê Abdûllah Gunay (48) jî girtiye. Dayik Besna Gunay ku soz daye kurê xwe Abdûllah Gunay û gotiye, "Heya bin lingên bin bipeqin ez ê bitêkoşim," hê jî li ser wê soza xwe ye. 
 
 
Her wiha Gunay, di hemû çalakiyên Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire û di nav xizmên girtiyan de yên ji bo girtiyên nexweş çûn Enqereyê û xwestin li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin jî cih girtibû. 
 
Dayik Gunay, ji bo kurê xwe yê girtî Abdûllah ji sala 1999'an heya niha diçe girtîgehan. Herî dawî kurê wê sewqî Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê hatiye kirin û her cara hevdîtina vekirî çêdibe berê xwe dide Îzmîrê. 
 
DI HER HEVDÎTINÊ DE HEZAR Û 432 KÎLOJETRE RÊ DIÇE
 
Gunay ku beriya hevdîtina vekirî bi şev haziriyên xwe dike û dide ser rê, ji bo kurê xwe bibîne hezar û 432 kîlomtre rê diçe. Gunay, bilêv kir ku piştî her hevdîtinê şev nîvê şevê dikeve rê û vedigere. Gunay, destnîşan kir ku çendî derfetên wê tune ne jî, lê dîsa jî diçe girtîgehê cem kurê xwe û got: "Di rê de me pir zehmetî dikişand. Em bi otobêsê diçûn. Di 24 saetan de digihaştim wir. Di 23 salan de yan 3 an jî 4 caran bi balafirê çûme. Ez di van rêyan de pir westiyam. Me gelek caran daxwazname dan ku kurê min sewqî girtîgeheke nêzî me bikin, lê qebûl nekirin. Her cara me daxwazname da, wî birine cihekî hîn dûrtir. Lê ez her tim çûm." 
 
'KURD DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN'
 
Gunay, diyar kir ku kurê wê Abdûllah ji ber zextên li girtîgehê 60 roj in di greva birçîbûnê de ye û hewl dide dengê girtiyan ragihîne. 
 
Dayik Gunay, bilêv kir ku tahdeyek mezin li girtiyan tê kirin û di hucreyan de tên ragirtin. Gunay, anî ziman ku têkoşîna kurdan bi girtin û kuştinan bi dawî nabe û got: "Ji wan weye dê kurd bi darê zorê dev ji têkoşînê berdin. Xwe dixapînin. Kurd, dev ji têkoşîna xwe bernadin. Heya em sax bin em serî natewînin û em ê ji bo zarokên xwe bitêkoşin. Em her roj di rêyan de ne, li kuçeyan e, li bajaran e. Heya em sax bin em ê ji bo zarokên xwe bitêkoşin." 
 
'DIBÊJIN, EM Ê WE BIKUJIN'
 
Gunay, destnîşan kir ku ji ber cezayên pêwendîdanînê yê li kurê wê Abdûllah hatine birîn, ji zû de ye nikare hevdîtinê bi kurê xwe re bike û got kurê wê gotiye: "Min daxwazname ji Wezareta Dadê re şand. 6 hevalên me ji Girtîgeha Kirikkaleyê anîn. Gefan dixwin. Zilm û tahdê dikin. Dibêjin em ê we bikujin. Tim gefan dixwin. Tahde û zilmeke mezin li me dikin." 
 
 MA / Ahmet Kanbal