Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin

  • jin
  • 10:04 25 Çile 2022
  • |
img
NAVANDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Hayriye Ûlûsoy a ku ji 18'ê çilêyê ve winda ye, di gola bendavê de hat dîtin. 
 
Hayriye Ûlûsoy a ji Navçeya Bahşili ya bajarê Kirikkaleyê ji 18’ê çileyê ve tu agahî jê nedihatin girtin. Cenazeyê wê hat dîtin. Piştî ku bi meşîneya xwe ji malê derketiye û tu agahî jê nehatiye wergirtin, xizmên wê ji bo dîtina wê serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê dabûn. Piştî xebatên ji bo dîtina Ûlûsoy hatin destpêkirin erebe û montê wê di nava gola Bendava Kapulukayayê ya li nêzî Gundê Karametlî hatin dîtin.
 
Piştî ku ji bo dîtina wê xebat hatin berfirehkirin cenazeyê wê di nava ava Bendava Kapulukayayê de hat dîtin. Cenazeyê Ûlûsoy rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Kirikkaleyê.
 
Hat zanîn ku sedema mirina Ûlûsoy dê piştî xebatên otopsiyê bi encam bibin, eşkere bibe.