Jin li Qada Îstasyonê kom bûn

  • jin
  • 14:11 16 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Jin ji bo mîtînta “Dem dema azadiya jinê ye” ya bi pêşengtiya TJA û DBP’ê hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn.

Jinên ku li dijî feraseta rêveberiya heyî ya li welat, zêdebûna êriş, kuştin, axaftinên nîjadperest û zayendperest dengê xwe bilind dikin, li Amedê kom bûn. Mîtînga jinan a herêmê ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve bi şîara "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê dest pê kir. 
 
Pankartên “Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin” ên bi zimanê Kurdî û Tirkî û postere Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, bi qada mîtîngê ve hatin kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn. 
 
Jinên ku ji bajarên cuda hatin, piştî bergirtiyên zêde yên polîsan ji 3 aliyan ve ketin qada mîtîngê. Jinên ku kincên herêmî li xwe kirin, bi rengên cur be cur qad xemilandin. Hatina jinan a ber bi qada mîtîngê ve dewam dike. Dengên tilîlî û berzkirina dirûşmeya ji qadê bilind dibe.