Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin

  • jin
  • 15:20 13 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê banga tevlîbûna mîtînga ku bi dirûşmeya “Ji nijadperestiyê û zayendperestiyê re na, niha dema azadiya jinê ye” li Amedê were li dar xistin kir.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, banga tevlîbûna mîtînga herêmî ya ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re na, niha dema azadiya jinê ye” dê di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixin kir. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek jin beşdarî civîna li avahiya HDP’ê ya Rihayê hat lidarxistin bûn.
 
Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî derbarê xebatên ji bo mîtînga saet di 13.00’an de li Qada Îstasyona Amedê were li dar xistin, ên li Rihayê tên kirin, agahî parve kirin û wiha got: “Ji bo ku di mîtîngê de bêjin ‘azadiyê jinê’ em ê bi awayekî xurt tevlî bibin.”
 
Dûre Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: “Her roj jin li kolanan tên qetilkirin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Li dijî vê polîtîkayê em weke jinên HDP’î têkoşîna xwe mezin dikin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Em ê li dijî hişmendiya zilam a bi rakirina Peymana Stenbolê jin bê parastin hiştin li qadan bin. Em li dijî qetilkirina jinan û nijadperestiyê di 16’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin û bêjin êdî bes e. Em li benda hemû jinên ku bixwazin ji dengê me re bibin deng in.”
 
Civîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.