Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin

  • jin
  • 13:45 24 Sibat 2021
  • |
img
STENBOL - Erol Yenîsûyê li gel biryara dûrxistinê li navçeya Pendîkê hevjîna xwe Hanîfe Yenîsû kûşt hat girtin.
 
Li Taxa Çamlik a navçeya Pendîkê ya Stenbolê Erol Yenîsûyê (51) hevjîna xwe Hanîfe Yenîsû (46) kûşt. Yenîsû, bi sûcdariya “bi zanebûn û bi îşkenceyê kuştinê” hat girtin.
 
BIRYARA DÛRXISTINÊ DAYE WERGIRTIN
 
Yenîsûyê piştî bûyerê teslîmî polîsan bûyî, piştî kirariyên emniyetê polîsan sewqî Edliyeya Anadolûyê kir. Dadgehê bi sûcdariya “bi zanebûn û bi îşkenceyê kuştinê” derbarê Yenîsû de biryara girtinê da. Hat zanîn ku Hanîfe Yenîsûyê beriya cînayetê derbarê Erol Yenîsû de biryara dûrxistinê daye wergirtin û Erol Yenîsûyê ji mal dûr ket piştî 15 rojan vegeriye malê.