'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'

  • jin
  • 09:10 25 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got "Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse" û anî ziman ku qirkirina li hemberî jinan tu hidûd û sînoran qebûl nake, lê belê jin bêyî paşve gav bavêjin têkoşîna xwe didomînin. 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, bi boneya 25'ê Mijdarê têkoşîna neteweyî û nasnameya jinê ya jinên kurd nirxand. 
 
Aydenîz, diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiyê girêdayî têkoşîna neteweyî ye û got, her du têkoşîn jî hev du xurt dikin û dê bi hev re bi ser bikevin. Aydenîz, bilêv kir ku ew hêzê ji Leyla Qasim, Zarîfe, Sakîne Cansiz û Gultan Kişanakên ku di salên 1980'yî de li Girtîgeha Amedê li ber xwe dan digirin û got: "Pir girîng e ku têkoşîna jinên kurd ji bo cîhanê dibêe mînak û dibe cihê hêviyê. Ji hêlekê ve li dijî îqtidarê, ji hêlekê ve jî li dijî feraseta mêrî bênavber şer dike û li hêla ddin jî pêwendiyê bi civakê û tevgerên jinan ên din re datîne. Her wiha ji aliyekî ve jî ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşe." 
 
XWEPARASTIN 
 
Aydenîz, anî ziman ku li dijî êrîşan xweparastin jî mafê herî xwezayî yê jinên kurd e û got: "Asta ku îro feraseta mêrî gihaştiyê mantiqa dagirkerî û kedxwariyê ye. Lewma jin ji bo karibe nasnameya xwe û cihê xwe biparêze divê xweparastina xwe jî qewî bike. Ji lewra hema bibêje tu roj tune ye ku jina nayên kuştin û bi êrîşan re rû bi rû namînin." 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku lê belê ligel ev qas tiştî li dijî jinan polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê. 
 
Her wiha Aydenîz bal kişand ser êrîşên li ser çand û ziman, nehesibandin û qedexekirina û got, ev yek ji ber feraseta kedxwariyê ya Tirkiyeyê pêk tê. Aydenîz got: "Di salên 1990'î de digotin jin 'xwe dikujin.' Lê belê sedema van xweuştinan taciz û tecawizên esker û polîsên dewletê bûn. Tenê di çapemeniyê de dernediketin. Lê niha li herêmê esker û polîsên dewletê taciz û tecawizê dikin. Ev jî bi bêcezatiyê bidawî dibin. Ên kiryaran diparêze jî Wezareta Karên Navxweyî ye. Ji bo tecawizê hincetan peyda dikin. Dibêjin 'serxweşî.' Dibêjin 'bi awayekî rast mudaxile hatiye kirin' an jî dibêjin 'dilê wê jî ehbû.'" 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku li holê tecawizeke bipergal heye û got, ev yek polîtîkayeke dewletê ye. 
 
JIN SERÎ RADIKIN 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku jin hemû ji bo nasnameya xwe ya azad dadikevin kuçeyan û serî radikin û got: "Îro roj jinên cîhanê hemû serî radikin. Jinên kurd jî hem têdikoşin hem dibêjin dê tu carî li be rferaseta mêrî serî netewînin û dê teslîm nebin. Jinên kurd hem dê di warê nasnameya jinê hem jî dê di warê têkoşîna neteweyî de qethiyen paş de gav navêjin." 
 
Aydenîz ku got "Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse" anî ziman ku qirkirina li hemberî jinan tu hidûd û sînoran qebûl nake, lê belê jin bêyî paşve gav bavêjin têkoşîna xwe didomînin. 
 
SOZA JI BO TÊKOŞÎNÊ 
 
Aydenîz di dawiya axaftina xwe de got: "Jin, dê tu carî serî netewînin, biryardarî û wêrekî rêgeza wan e û sebeba têkoşîna wan e." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol