Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran

  • jin
  • 10:01 22 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE – Koma Jinan a HDP’ê ya Parlamentoyê bi armanca xwe baştir bigihînin daneyên tundiya li dijî jinan pêk tê, têkildarî 81 bajarên Tirkiyê 162 pêşniyazpirs dan wezîran. 

 
Koma Jinan a HDP’ê ya Parlamentoyê bi armanca xwe baştir bigihîne agahiyên derbarê daneyên tundiya li dijî jinan, têkildarî 81 bajarên Tirkiyê 162 pêşniyazpirs dan Wezîra Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçuk û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul. Di pêniyazpirsên hatin dayîn de xwestin pirsên wek di 10 salên dawî de çend jin hatine kuştin, derbarê kiryarên cînayetên jinan de lêpirsînek bi bandor hatiye destpêkirin an na, di çarçoveya tundiya li ser jinan a di 10 salên dawî de çend serlêdanên gilîkirinê çêbûne hatine kirin. 
 
TUNDÎ ZÊDE DIBE 
 
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û hat diyarkirin ku li Tirkiyê tundiya li ser jinan, kuştina jinan û bûyerên wek întîharê her roja ku diçe zêde dibin û lê îqtîdar û saziyên girêdayî wê heta niha bi awayek rêkûpêk û baş daneyên tundiya li ser jinan tomar nekiriye. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakî û Wezareta Dadê di derbarê tund û kuştina jinan de raya giştî birêkûpêk agahdar nakin. 
 
22 parlamenterên di Koma Jinan a Parlamentoyê de cih digirin ji bo kîjan bajarî peşniyazname dane jî wiha ne: “Ayşe Surucu: Riha, Dîlok, Semsûr û Nevşehîr, Fatma Kurtulan: Mereş, Mêrsîn, Osmaniye û Karaman, Dilşat Canbaz: Dersim, Artvîn, Erzîngan û Tokat, Zuleyha Gulum: Bursa, Bolu, Yalova û Tekirdag, Fîlîz Kerestecioglu: Enqere, Çankiri, Aksaray û Afyonkarahîsar, Serpîl Kemalbay: Îzmîr, Çanakkale, Aydin û Balikesîr, Tulay Hatimogullari: Edene, Antalya, Kîlîs û Hatay, Gulistan Koçyîgît: Mûş, Manîsa, Denîzlî û Kastamonu, Oya Ersoy: Çorûm, Gîresûn, Gumuşhane û Rîze, Huda Kaya: Stenbol, Konya, Kirşehîr û Yozgat, Muazzez Orhan: Wan, Bedlîs, Erzirom û Bayburt, Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Agirî, Îdir, Erdexan û Qers, Ebrû Gunay: Mêrdîn, Nîgde, Sakarya û Bîlecek, Meral Daniş Beştaş: Sêrt, Sêwaz, Trabzon û Samsûn, Ayşe Acar Başaran: Kocaelî, Duzce, Bûrdûr û Mûgla, Nûran Îmîr: Şirnex, Colemêrg, Edîrne û Ordû, Remziye Tosûn: Amed, Qeyserî, Kirklarelî, Semra Guzel: Meletî, Sînop û Ûşak, Dersim Dag: Xarpêt, Eskîşehîr û Amasya, Pero Dunar: Semsûr, Zonguldak û Kirikkale, Feleknas Ûca: Êlih, Isparta û Baritin, Şevîn Coşkûn: Çewlig, Karabuk û Kutahya.”