Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'

  • jin
  • 15:05 18 Îlon 2020
  • |
img
WAN - TJA'yê li Wanê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" ku wê 4 mehan berdewam bike da. Jinên tevli şahiyê bûn bi kincên xwe yên kurewar li gel govendê gotin "Em xwe diparêzin".
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) Starta kampanya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" li baxçeyê avahiya HDP'ê bi şahiyeke ku li dar xist da. Beriya ku şahî bê lidarxistin baxçe bi lolîpopên mor yên "Em xwe diparêzin" hat xemilandin û pankarta bi nivîsên, "Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet", "Jinên ciwan li pêşeroja xwe xwedî derdikeivn" hat daliqandin. Jinên ku bi kincên xwe yên kurdewar ên mor tevli şahiyê bûn devrûkên bi nivîsa "Em xwe diparêzin" dan ber dev û pozên xwe. Di şahiyê de parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û ji bajarê nherêmê gelek jin û hevkarên TJA'yê jî amade bûn.
 
 
Beriya daxuyaniyê jinan li gel muzîkê govend gerand û dirûşma, "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên jiyana xwe di rêya azadiyê de dan, metnê kampanyayê yê hevpar hat xwendin. Metnê hevpar ê kurdî aktîvîsta TJA'yê Aynur Sarica û yê tirkî jî hevşaredara Seravê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Caziye Duman xwend. 
 
Piştî xwendina metnê kampanyayê, şahî bi dirûşma, "Em xwe diparêzin" û bi govendê bi dawî bû.