Rojbîn Çetîn 11 rojin di bin çavan de ye

  • jin
  • 13:32 6 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi kuçikan bi ser mala wê de girtin û li malê bi kuçikan îşkence lê kiribûn, 11 rojin di bin çavan de ye.

Polîsan Aktîvîsta TJA û Endama Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbin Çetin, bir fermana dozger di 26'ê Pûşberê de li malê bi îşkencêyê binçav kiribûn. Polîsan bi kuçikan bi ser mala Çetîn de girtibûn û bi kuçikan li malê îşkence lê kirin. Piştre di 27'ê Hezîranê de birin Mêrdînê. Rojbîn Çetîn 11 rojin di bin çavan de ye û 10 rojin li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdîne tê girtin. Dozger bi hinceta hêj delîl kom nekirine cara sêyemîn rojên binçavkirina Çetîn dirêj kir. Dozger, ji bo Çetîn 4 rojên din xwestibû.