'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'

  • jin
  • 13:20 5 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Komîsyona Jinan a ÎHD'ê diyar kir ku ew ê li dijî hewdana AKP’ê ku dixwazin Peymana Stenbolê rakin, li peymanê xwedî derkevin û biparêzin. 
 
Çend roj berê wekilê Serokê AKP'ê Numan Kurtulmuş jî ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Çawa hatye îmzekirin dê wisa ji îmzeyê jî bê kişandin.' Piştre Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî got "Eger gel dixwaze rakin" û ferman da. Li ser vê yekê jinan bertek nîşan dan. Peymana Stenbol yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan a herî giring e. Bi peymana Stenbolê rê li pêş tundiya jinê tê girtin. Komîsyona Jinan a ÎHD'ê diyarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da. Komîsyonê anî ziman ku ew ê li dijî hewdana AKP’ê ku dixwazin Peymana Stenbolê rakin, li peymanê xwedî derkevin û biparêzin. Komîsyonê anî ziman ku Numan Kurtulmuş, bi gotina xwe peymana Stenbolê kiriye hedef û wiha cih dan daxuyaniyê: “Bi vê daxuyaniyê tundiya li ser jinan wê zêdetir bibe. Em vê daxuyaniyê pir talûke dibînin. Peyman di encama têkoşîna bi rêxistin a jinan û endamên LGBTİ+ hat îmzekirin. Peyman mafê tevahiya jinan e. Li dijî tevahiya cudakariyê ye. Li dijî tundiyê ye. Em îqtîdara siyasî hişyar dikin. AKP heta niha bi vê peymanê pesnê xwe dida. Lê niha hewl didin ku vê peymanê paşve bikişînin. Di vê pêvajoya ku tundiya li dijî jinan û endamên LGBTİ+ zêde dibe de, bi rakirina vê peymanê dê tundî zêdetir bibe. Ger ku peymanê paşve bikişînin dê tundiyê bi destê dewletê rewa bikin. Li pişt vê hewldanê feraseta militer û otoriter  heye. Em wekî parazvanên mafên mirovan dêli vê peymanê xwedî derkevin û biparêzin. Em diyar dikin ku dê têkoşîna rizgariya jinê bi biryarî pêş bixin. Em li ser navê jinan îqtîdara siyasî hişyar dikin ku tiştekî wisa nekin."