Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin

  • rojane
  • 09:21 18 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL – Derket holê ku 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê li cihek biçûk ku ji peyarêyê hatiye veqetandin  li ser hev hatine veşartin. Rêxistinên civakî yên sivîl û malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ev yek hiqûqa dijminatiyê nîşan dide.” 

Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Demek dirêj agahî ji cenazeyan nehat girtin û wek revandinê hatibû nirxandin. Piştî ku cenaze demek li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatin ragirtin, birin cihek ku ji bo gorên bêkesan li Goristana Kilyosa Stenbolê veşartin. 
 
Malbat li dijî pêkanîna cenazeyan bi bertek bûn û ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin nimûneya xwînê dan ATK’ê. Tevî ku du sal û nîv di ser de derbas bû jî malbatan hêj bi piraniya cenazeyên wernegirtine.  Heta niha tenê 21 cenaze yên nasnameya wan hatine tespîtkirin hatine wergirtin. Hêj 261 cenaze radestî malbatên wan nehatine kirin. 
 
CENAZE LI SER PEYARÊYÊ HATINE VEŞARTIN 
 
Têkildarî cihê niha 261 cenaze lê veşartîne hûrguliyk balkêş derket holê. Derket holê ku 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê li cihek biçûk ku ji peyarêyê hatiye veqetandin  li ser hev hatine veşartin. Cihê cenaze lê hatine veşartin bi kûrahiya 3 metreyan hatiye kolandin û tê dîtin ku li aliyê çepê jî bi tûglayên yûtong dîwar hatiye lêkirin. Her wiha cihê ku cenaze lê hatine veşartin ser wê deverê bi blokên betonî hatiye girtin. Ser xweliyê jî bi kevirên peyarêyan hatiye girtin û derdor di nava gelemşê ango qirêjiyê de maye. 
 
Li aliyê çepê yê hatiye kolandin xebata kanalizasyon hatiye kirin û ji ber ev xebat nîvco hatiye hiştin tê dîtin ku ku borî bi awayek vekirî tên xuyakirin. 
 
‘NE LI GORÎ PÎVANÊN HIQÛQÊ YE’ 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Serhat Çakmak diyar kir ku veşartina bi vî awayî ya cenazeyan “nayê qebûlkirin” û ne li gorî pîvanên hiqûqê ye û wiha got: “Cenaze li ser hev hatine veşartin. Bi qasî tê xwestin baş nehatine veşartin. Li kêleka rê hatine definkirin. Di baranek sivik de dê mezel xera bibin. Veşartina cenazeyan a li ser hev li dijî xala 223’yan a Qanûna “Umumî Hifzissihha” ye û piştî mirina kes di qanûnê de jî divê kes tevlî cihê gorê nebe. 
 
‘EV HIQÛQA DIJIMINATIYÊ YE’ 
 
Çakmak da destnîşan kir ku dijbûna hiqûqê ya derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê didome û got: “Bi sepana li Goristana Kîlyosê re ev bêhiqûqî xwe bêtir raxist ber çavan. Endîşeya rayedarên dewletê ku hiqûqê pêk bînin nîne. Rayedarên dewletê veşartina cenazeyan a bi vê sepanê mafê veşartina mirî jî tune hesibandine. Li gel vê yekê jî eziyetê li xizmên mirî dikin. Dixwazin bi vê yekê bîra civakî tune bikin. Ev hemû bêhiqûqî dijminatiya hiqûqa şer dide nîşandan.” 
 
‘NE GORISTAN E, SERGO YE’ 
 
Hanîfî Can ê birayê Ferhat Can (Ferhat Xarzan) e û cenazeyê wî jî ji Goristana Xerzanê hatiye derxistin. Hanîfî Can bi bîr xist ku cenazeyê kekê wî di encama hewldanên dirêj de ji Goristana Bêkesan a Meletiyê wergirtine birine Goristana Xerzanê veşartine û wiha got: “Piştî cenaze ji Goristana Xerzanê revandin birin, me demek dirêj aqûbet jê negirt. Piştî du salan em hîn bûn ku cenaze li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Dema em çûn goristanê gor di nava çopê de mabû û veguheriye sergo. Dema cenazeyan revandin em hilweşiyan piştî me cihê cenazeyan ên li Kîlyosê dît em cara duyem hilweşiyan. Ne goristan e, peyarê rakirine û cenazeyan li ser hev veşartine. Bêhurmetiya li hember cenazeyan didome. Ev hovîtî du tu pirtûkê de nîne. Dewlet jixwe re dibêje ez dîndar im, lê radibin li cenazeyan eziyet dikin.” 
 
‘EM VAN SEPANAN QEBÛL NAKIN’ 
 
Serokê Komeleya Oldarên Stenbolê Mele Ekrem Baran jî anî ziman ku di nava hemû zindaweran de însan zindiyên herî bi nirx in û wiha got: “Piştî ku însan dimire divê nirx jê were girtin. Dema cenazeyek Yahûdiyek di ber Hz. Muhammed de birine ji ber ve rabûye pêya û ji yên cem xwe re gotiye ‘Eger cenazeyê Yahûdiyek be jî divê hûn rabin pêya.’ Ji bo kesên di şeran de jiyana xwe ji dest didin jî derbasdar e. Piştî ku însan dimire peywendiya wan bi vê dinyayê re diqede. Ji bo vê yekê ji çi baweriyê dibe bila bibe divê cenaze li gorî rêbazên wê were veşartin.” Di hemû olên semawî de gor û goristan pîroz in. Di hemû olan de êrişa li dijî cenazeyan di heman demê de tê maneya ku li dijî wê baweriyê êriş pêk hatibe. Di hemû baweriyan de mafê wî/wê kesî heye ku were veşartin. Teqez divê gorek hebe û ew gor pîroz e. Ceneaze bi awayek dijmirovane nayê veşartin. Li ser kêlikan remz tên daliqandin, li ser wesiyeta miriyan tiştek tê nivîsandin. Nivîsên ser kêlikan nabin hênceta êrişan û divê zirar nedin gorê. Çawa ku çend sal berê goristana Xerzanê rûxandin, îro jî heman êriş û rûxandin li dijî goristan û gorên din pêk tê. Cihê van sepanan di tu bawerî û wîjdanê de nîne. Em van êrişên li ser cenaze û goristanan qebûl nakin. Li dijî nirxên mirovahiyê, gel û ola îslamê ye.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

18/05/2020
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin