Kuştina Çavgûn bû dîrok

  • rojane
  • 09:01 18 Gulan 2020
  • |
img

RIHA – Di ser kuştina pêşengên Serhildana Curnê Reş Xelîl Çavgun re 43 sal derbas bûn. Şahidê serhildanê û hevalê Xelîl Çavkûn, Îhsan Yavuz, diyar kir ku piştî Çavgun li Curnê Reş hat kuştin, pêvajoyek nû dest pê kir û her tişt hat guhertin. Yavûz, anî ziman ku bi kuştina Çavkûn re Serhildanên Hîlvanê dest pê kir û bû dîrok.     

Li Navçeya Curnê Reş a Rihayê yek ji pêşengê Serhildanê Xelîl Çavgun, 43 sal berê bi hevkariya dewlet û cerdevên Eşîra Suleyman hat kuştin. Çavkun, 43 sal berê, dema ji bo bîranîna Hakki Karer ê di 18'ê Gulana 1977’an de li Dîlokê hatibû kuştin, xwest li Dibistana Seretayî ya Mustafa Kemal bernameya bîranînê li dar bixe, rarstî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Xelîl Çavgun piştî hat kuştin li Curnê Reş (Hîlvan) pêvajoyek nû dest pê kir. Di sala 1979'an de eşîra Suleymaniyan gav paşve avêt û 2 salan bûyer li ser bûyerê pêş ket. Bi vê bûyerê yekemîn çalakiya çekdarî ya Tevgera Kurd pêk hat. Piştî van bûyeran di hilbijartina Şaredariyê de Nadîr Temel bû şaredra û yekem car jin bûn endamên meclîsa şaredariyê. Yek ji şahidê bûyerê ku wê demê 10 salî bû Îhsan Yavuz, li ser pêvajoya serhilada Curnê Reş û Xelîl Çavgun axivî. Yavûz, anî ziman ku wê demê ew zarok bûn û Çavgun pir diçû mala wan. Yavuz, da zanîn ku Çavgun bi sekna xwe û kesayetiya xwe her tim li Hîlwanê bû mînak. 
 
NAVÊ DIBISTANÊ KIRIN 'MEKTEBA REŞ' 
 
Yavuz, anî ziman ku şeva Xelîl Çavgun hat kuştin, wê şevê zû razabûn û wiha got: "Wê şevê em li mal raza bûn. Me nîsk çandibûn û em bi roj diçûn paletiya nîskan û êvaran zû radiketin. Hevalê Xelîl, Mustafa  û birayê min Emin Yavuz, bi herve bûn. Şeva navbera 17- 18'ê Gulanê bûyer pêk hat. Li dibistanê ji bo bîranîna Hakki Karer, belavok û afişan kom bûbûn. Piştî Halîl hat kuştin, navê dibistanê kirin Mekteba Reş. Dibistan nêzî mala me bû. Bi şev dengê çekan hat û demekê berdewam kir. Mustafa û Emîn hatin malê û ji diya min re hin tişt gotin. Me nizanîbû Xelîl Çavkûn jiyana xwe ji dest daye. Serê simê me ferq kir. Em fêr bûn ku Xelîl ji aliyê Eşîra Suleyman û Hikûmetê ve hatiye kuştin. Hikûmet li pişt eşîra Suleymanan bû. Ji ber dewlet li pişt eşîra Suleymanan bû her kesî li hemberî wan parastina xwe dikirin. Kesên partî nas nedikir digotin ‘Cend ciwan in dê di mehekê de belav bibin û biçin' Gelekan wekî şerê di nava du malbat û eşîran de fam dikirin." 
 
'DI MERASIMA CENAZE DE PEYAM DAN'
 
Yavûz, anî ziman ku roja dîtir merasima cenaze li dar xistin û ji hemû gundên derdorê û Rihayê ji bo merasima Cenazeyê Xelil Çavgun berê xwe da Curnê Reş û wiha lê zêde kir: "Gelek ciwan lê xwedî derketin. Ev ji bo gelê Curnê Reş bû hêz û moralek mezin. Bi vê tevlêbûna merasimê peyamek dan kujerên Çavgûn. Tirs bi hevalan re tune bû. Lê tirsek bi gel re hebû. Kuştina Xelîl Çavgun ji bo Curnê Reş  û Rihayê bû dîrok. Rê li pêş gelek tiştên nû vekir. Wê demê hevalan digot ‘An emê dest ji vî karî berdin, an jî em ê tola Hevalê Xelîl hildin." 
 
KEMAL PÎR: EV MAL DÊ BIBE DÎROK
 
Yavûz, da zanîn ku piştî Çavgun hat kuştin demek şûnde erebeya Suleymaniyan rastî êrîşa çekdarî hat û wiha lê zêde kir: "Piştî erîşa li dijî maşîneya Suleymanan esker û polîsan bi ser mala mke de girtin. Wê demê em ne li malê bûn. Roja din em hatin malê, me dît ku camê malê hatine şikandin. Şopa guleyan li ser diwar hebû. Piştre Kemal Pîr hat malê. Bi Kurdî nizanibû. Dayika min got 'Divê em şopa guleyan biseyînin. Kemal Pîr jî got 'Na Xaltî ev xanî dê wisa be. Ev roj û xanî dê bibe dîrok." 
 
Yavuz, heri dawî da zanîn ku piştî bûyerê 2-3 meh şûnde li Navçeyê guhertinek mezin pêk hat û wiha bi dawî kir: "Wê demê her taxak û berpirsiyarek hebû. Dîsa komîte hebûn. Wê temê li taxan komîte pêş xistin. Komîteya jin û ciwanan hebû. Wê demê yekem jin bûn endamên meclîsa şaredariyê. Jin bûn hêz. Jin bi çekan li kolanê digeriyan. Berê cihê mêr lê hebû jin nikaribûn biçin. Lê piştî serhildana Curnê Reş her tişt guherî. Piştî şehadeta Xelîl Çavgun gelek tişt guherî." 
 
 
MA / Barış Polat
 

Sernavên din

18/05/2020
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin