'Ma rojên me yên xweş hene ku em bi kêfî roja dayikan pîroz bikin'

img
AMED - Dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dayî û di girtîgehan de ne, diyar kirin ku ma rojên wan ên xweş û şa hene ku roja dayika bi bikêf pîroz bikin.
 
Her sal duyemîn duşema Gulanê wek Roja Dayikan tê pîrozkirin. Dayikên ku zarokên wan jiyana ji dest dane û di girtîgehan de ne, der barê roja dayikan de anî ziman ku kengî êdî zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin û neyên girtin, wê demê dê bibe roja dayikan. Yildz Damla ku keça wê Nûrcan Damla (Stêrk Demhat) a YPJ’yî li bajarê Eyn El Îsa ya di 2015’an de jiyana xwe ji dest da, roja hemû dayikên dilşewat pîroz kir û got: “Roja dayikan ji bo dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û hatine girtin pir zor e. Ew roj ji bo dayikan zindan e. Ji ber ku zarokên xwe bibîr tînin. Ez di roja dayikan de keça xwe tînim bîra xwe. Serê sibê radibû ez hembêz dikirim, gulek dianî û roja min ya dayika pîroz dikir. Ez wan rojan ji bîr nakim. Dayik ne bêxwedî ne, Kurdistan li pişta wan e. Ev zarokên ku sînga xwe dan ber tanq û topan her dayik deyndarê wan e.”
 
‘DAYIK BILA MIL BIDIN HEV’
 
Damla, bîbir xist ku keça wê roja dayika li hemû dayikan pîroz dikir û got: "Keçeke bihêz bû. Digot, ez vê rojê tenê li dayika xwe pîroz nakim. Serê sibê zû radibû digot, ez ewil biçim destê dayikê maç bikim. Her dayikek di dilê min de weke gulekê û çiyayekê ye. Dema keça min 7 salî bû polîsan li ser mala me de digirt. Rabû giriya destê xwe li erdê xist û got, gereke ez heyfa dayika xwe li erdê nehêlim. Ez her rojên dayikan diçim ser gora keça xwe. Weke ku dayika xwe hembêz bike hîs dikim. Tiştên wan li ber çavê mirov naçe. Bikin nekin ji dilê me dernakeve. Ka em ê çawa roja dayikan pîroz bikin. Dayikên ku zarokên wan di zindanan de, yên şehîd hene. “ 
 
Damla, anî ziman ku dema zarokên dayika jiyana xwe ji dest nedin û tu kes neyê girtin, wê demê dê roj bibe roja dayikan û wiha lê zêde kir: “Bila hemû dayik rabin, em mil bidin milê hev du. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘EZ Ê ROJA DAYIKA BI KÊ RE PÎROZ BIKIM’
 
Şaide Hayme ku kurê wê Mehmet Hayme di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê û kurê wê Îbrahîm Hayme di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye û keça wê Hatîce Hayme jî di sala 2016’an de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye, got: "Gava zarokên mirov li ba mirov bin cuda ye, gava di hefs û zindanan de bin an şehîd ketibin cuda ye. Êşên me giran in, li ber çavê me naçe. Em tim bi derdê zarokên xwe ve mijûl in. Êşa zarokên me li me pir giran û zehmet tê. Du zarokên min di girtîgehê de ne, yek jî şehîd ketiye. Ez ê çawa di roja dayika de keyfa xwe bînim û bi kê re pîroz bikim? Bi telefonê lawê min roja dayika pîroz dikin lê dilê me xweş nabe. Keça min wexta hêj beşdarî gerîla nebûyî gelek caran diyarî ji min re dikirî.”
 
‘EM BI ÊŞÊN ZAROKÊN XWE DIÊŞIN’
 
Hayme, bal kişand êrîşa li goristanan tê kirin jî û got: “Hûn çi ji mezelên me dixwazin? Hûn diçin kêlên wan dişkînin. Ez hatime 60 saliya xwe, min heqaret û bê wijdaniyeke wisa min nedîtiye. Li dijî kurda ew qas kîna wan mezin bûye. Dinyayê de nehatiye dîtin ku cenazeyî bi kargoyê bişînin. Ev sûcekî mezin e. Dibêjin bihişt di bin lingên dayîka de ye, lê van êşan bi dayikan didin kişandin. Ji xwe re dibên misilman, lê çi eleqeya van tiştan bi misilmantiyê heye.”
 
Hayme, dest nîşan kir ku roja ku xweşî başî çêbû û zarokên wan ji girtîgehê hatin berdan, wê demê dê roja dayikan pîroz bikin û wiha lê zêde kir: “Em rojên keyf nabînin ku roja dayika jî bi keyf pîroz bikin. Em tim bi êşên zarokên xwe diêşin. Di vê nexweşiyê de di nav çar dîwaran de dê çi were serê zarokên me em mereq dikin. Zarokên me çawan in em nizanin. Vêca dê çawa keyfa me hebe. Bila zarokên me ji girtîgehê berdin."
 
MA / Ayşe Surme - Fahrettin Kiliç
 

Sernavên din

12/05/2020
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'