Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin

img
WAN – Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede, anî ziman ku ji ber girtiyên siyasî li dervê Zagona Înfazê hatin hiştin, bi rîskek mezin a vîrûsê re rû bi rû hatin hiştin û wiha got: “Dewletê pir aşkere bû sedem ku vîrûs têkeve girtîgehan û girtî bi şewba vîrûsê bikevin.  Li Girtigeha Patnosê girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirn.Sabûna destan û deterjanê kêm didin wan." 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berpirsiyarê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Prz. Umît Dede, têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa L Patnosê û bi hezaran girtiyên siyasî yên bi talûkeya vîrûsa (Covid-19) re rû bi rû ne, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
Dede, anî ziman parêzer û rêxistinên hiqûqê ji ber şewba vîrûsê nikarin biçin girtîgehan lêkolîn bikin û yên diçin jî rastî gelek zor û zahmetiyan tên. Dede, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi rêya malbatan der barê rewşa girtî û girtîgehan de dibin xwedî agahî û wiha got: "Di vê pêvajoya şewbê de gilî zêde bûn. Rêveberên girtîgehan naxwazin ku rastiya girtîgehan bê aşkerekirin. Jiyan li girtîgehan piştî şewba vîrûsa corona pir zor û zahmet bûye. Piştî serlêdanên zêde û giliyan, em çûn Girtîgeha Patnosê. Rêveberiya girtîgehê ewil destûr neda ku ez û Parlamenter û parêzer Berdan Ozturk têkevin girtîgehê. Ziyareta parlamenter ya girtîgehê asteng kirin. Piştî muzakereya me ya 3 saetan, herî dawî xwestin wekî parêzer em girtiyan ziyaret bikin. Ev nîşan dide ku girtîgeh naxwaze derve der barê girtîgehan de bibe xwedî agahî. Rêveberiya girtîgehê naxwaze agahiyên girtîgehê li derve belav bibe. " 
 
GIRTÎ AVA VEXWXARINÊ BI PEREYAN DIGIRIN
 
Dede anî ziman ku Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji roja hatiye vekirin heta niha bi pirsgirêk e û wiha lê zêde kir: "Piştî vîrus pêş ket, bi tedbîrên rewşa girtiyan bêtir giran kirin. Girtî êdî ava vexwarinê bi pereyan dikirin. Girtî nikarin paqijiiya qawîşan û şexsî bikin. Têra girtiyan deterjan, sabûna destan, ava cilşuştinê têr nadin wan. Eşyayên kantinê pir buha difiroşin girtiyan. Di pêvajoya vîrusê de girtî bi tecrîdek giran re rû bi rû ne. Rojnameyan nadin girtiyan. Nameyan nadin girtiyan. Nameyên ji derve diçin nadin girtiyan. Pirtukên nû naxin girtîgehe." 
 
Dede, anî ziman ku Wezareta Dadê diyar kiriye ku li girtîgehan 120 girtî ji ber şewba vîrûsa corona tên dermankirin û wiha bi dawî kir: "Ev rastiyê nîşan nadin. Hem rewşa giştî û hem jî rewşa girtîgehan a têkildarî şewbê rast aşkere nakin. Dane ji aliyê dewletê ve tên veşartin. Dewlet rastiyên giştî vedişêrin. Li Girtîgehan jî heman tişt heye. Wekilê me Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kiribû ku li Sîncanê vîrûs gihiştiye girtiyekî. Lê rayedaran ev derewand. Lê piştre me dît ev kesê ku piştre hat berdan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Piştre li Girtîgeha Bafra girtî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Hêjmara 120 kesan a Wezareta Dadê aşkere kir rastiyê nîşan nade. Ku em vê yekê wekî rast qebûl bikin jî hêjmarek pir zêde ye. Sedema ku vîrûs gihiştiye girtîgehê rayedar û personel in. Pir aşkere û zelal dewletê vîrûs xist girtîgehan. Ji ber vê yekê girtî bi rîskek gelek mezin re rû bi rû ne. Girtiyên temenê wan 65 û nexweş ji ber tirsa qerantîna ya 14 rojan nikarin biçin nexweşxaneyan. Divê bi lez hemû girtî serbest bên berdan." 
 

Sernavên din

12/05/2020
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'