‘Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Rojhilata Navîn bi ser bixe'

img
STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salên li Girtîgeha Îmraliyê yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan ji hemû hêzên Kurdan xwest yekîtiya xwe xurt bikin. Rojnameger Huseyin Kalkan û Nivîskar Ahmet Pelda, bal kişand ser peyama Ocalan û gotin: "Yekîtiya gelê Kurd dê ji bo hefû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne. Kurd bibin yek dê hemû gelê  Rojhilata Navîn bi ser bikevin." 
 
Di pêvajoya şewba vîrûsa corona ku hemû cîhan li dijî şewbê şer dikin de, êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan û axa Kurdan berdewam dike. Heta niha gelek gor û gorîstanên zarokên Kurdan rastî êrîşan hatin. TSK'ê di 15'ê Nîsanê de bi SÎHA herêma Zînî Wertê û Mexmûr bombe kir. Li Mexmûrê 3 jinên Kurd û li Zînî Wertê 3 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. PDK'ê bi hinceta vîrûsê hêza xwe li wir bi cih kir. Nihaq û aloziya li herêmê berdewam dike. Berpirsê Gişti yê Fermandariya Pêşmergeyên Helgurt ên KDP’ê Berhem Arif Yasin, daxuyanî da çapemeniyê û got: “Em 450 pêşmerge hatin vir. Em li dijî PKK'ê li vir in. Em nafikirin ku xwe paşve vekişînin." û armanca xwe anî ziman. Ev bû sedem ku niqaşên PDK li gorî daxwazên Tirkiye dikere pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan bi rêya Mehmet Ocalan  ji hêzên gelê Kurd xwest ku yekîtiya xwe xurt bikin. Ocalan, Protokola 1982’yan a bi Herêma Federe ya Kurdistanê îmzekiribûn bi bîr xist û peyama “Pêdiviya kurdan a ev der ji tere, ew der ji tere, tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye” da. Ocalan got: "Ev polîtikayên Kurdan bi kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî u tevgerên kurdan nekevin nava hesabê ‘Vay emê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me' Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 salin diviyabû yeketiya kurdan hebûye. Ev peyama min ji bo malbata Barzanî, mablata Talabanî, Qandîl, şexsiyet û hemû kesên li Başûr dijîn e. Pêdiviya kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya kurdan yekitiyê heye. 
 
Rojnameger Huseyin Kalkan û Nivîskar Ahmet Pelda, bal kişandin ser peyama Ocalan û gotin: "Yekîtiya gelê Kurd dê ji bo hefû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne. Kurd bibin yek dê hemû gelê  Rojhilata Navîn bi ser bikevin." 
 
‘BANGA YEKÎTIYÊ NE TENÊ JI BO KURDAN E' 
 
Nivîskar Ahmet Pelda, ku demekê li herêma Federe ya Kurdistanê lêkolîn kir, bal kişand ser peyama Ocalan û wiha got: "Mirov tenê vê bangê ji bo yekîtiya di navbera PKK, PDK û YNK'ê de bigire dest şaş e. Ev banga yekîtiyê ji bo hemû tevgerên Kurd û tevahiya gelê Kurd e. Hin kes bana Ocalan a yekîtiyê wekî 'Netew-Dewletê' şirove dike. Lê ne wisa ye. Ocalan bang dike ku gelê herêmê bi hevre di nava hevde bijîn. Mînak demekê ji bo yekîtiya gelê Kurd gavên baş hatin avêtin. Eger ew kongre pêk hatibûya Kurdan dikarîbû diplomasiya hevpar pêş xistibûya. Dikarîbû hin temînat bidana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Eger Kongre pêk hatibûya qeyrana li Kerkukê jî pêk nedihat. Dê rê li pêş DAIŞ'ê jî hatibûya girtin. Dê Rojhilata Navîn bi leztir demokratîk bûbûya. Dê şewirmendiya di nava Kurdan de jî bêtir bi hêz û xurt bûbûya. Niqaş îro nedihatin vê astê." 
 
‘MODELA NETEWETA HERÊMÎ PÊŞ NAXE
 
Pelda, destnîşan kir ku siyaseta giştî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber ku "Serxwebûna" diparêze,  ye û wiha got: “Ev feraset hêz û enerjiya perçeyên din xelas dike. Ji ber vê yekê nikarin vir jî biparêzin. Heri dawî ji ber vê ferasetê ji Kerkuk bigire heta gelek herêmên din winda kirin. Ger ku wekî Ocalan modeya tevahî û civaka demokratik girtibûna dest, wê demê Kurdên li Bajûr dê hem li herêma xwe û hem jî li Mûsûlê bibûna model. Dê hem li Kerkûkê û hem jî li Bexdeyê bûbûna hêz. Nêzîkatiya neteweya herêmî wan bi ser naxe." 
 
Pelda, li ser lêgerîna navendiya herêmî (Xweserî) ya YNK û Goran jî raestiya û got: "Hêzên herêmê jî di nava xwe de yekîtiyek ava nekirine. Banga Ocalan a ji bo yekîtiyê hem ji bo Yekîtiya Herêmê ye, hem jî ji bo yekîtiya çar perçeyan e. 
 
‘KURD BIBIN YEK DÊ ROJHILATA NAVÎN JÎ BI SER BIKEVIN'
 
Peyda, xwest ku Mesut Barzani, Cemîl Bayik, rêveberên HDP'ê, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yek wêneyî de bibîne û got: "Eger hemû di yek wêneyî de cih bigirin wê demê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye jî neçar in vî wêneyî bibînin. Ev zerarê nade tu kesî. Wê demê kes nikare Kurdan bi Kurdan bide şikandin. Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Herêmê bi ser bixe. Dê rêya demokratik û muzakerayan veke. Ji ber vê yekê yekîtiya Kurdan dê serkeftina Rojhilata Navîn pêş bixe." 
 
 
KALKAN: OCALAN BI VÊ PEYAMÊ HEMÛ HERÊMÊ Û CÎHANÊ ANALÎZ DIKE
 
Rojnameger Huseyin Kalkan jî bal kişand ser peyama Ocalan û wiha got: "Ev peyam di heman demê de xwendina herêmê û cîhanê ye. Li gel derfetên pir pir bi sînor hem rastiya herêmê û hem jî rastiya cîhanê dibîne û analîz dike. Li gorî vê rastiyê siyasetê pêş dixe. Ocalan tenê ji bo partiyekê an jî herêmekê pêşniyaran nake. Ji bo hemû kurdan û hemû beşan pêşniyaran dike. Di vê pêvajoya ku vîrusa corona li hemû cîhanê belav bûye de hêzên serdest û kurevî dixwazin şerekî mezintir pêş bixin. Dixwazin pevçûnê zêde bikin. Eger Kurd rastiya herêmê û cîhanê rast nexwînin û siyasetê pêş nexin, wê demê dê nikaribin yekîtiyê pêş bixin. Ger ku ji bo yekîtiyê gavan neavêjin, dê di bin piyên hêzên kurevî û serdest de bitepisin. Ocalan vê rastiyê dibîne û siyasetê pêş dixe. Dibêje ji bo yekîtiya neteweyî zû gavan bavêjin ku di bin piyên hêzên kurevî û serdest de ne pelçiqin. " 
 
‘POLÎTÎKAYÊN BIRAKUJIYÊ' 
 
Kalkan, da zanîn ku di vê pêvajoya hêzên herêmî û hêzên gerdûnî şerê hev dikin de, di heman demê de dixwazin Kurdan perçe bikin û bînin hemberî hev. Kalkan, da zanîn ku ev polîtîkayên kurdan tînin hemberî hev “Birakujî” ye û wiha bi dawî kir: "Ev polîtîka her dem li ser Kurdan tê meşandin. Tirkiye niha di nava qeyranek kûr a aborî de dijî. Qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Ji ber vê yekê hin koman û hin hêzên siyasî bi xwe ve girê dide û li hemberî yên din dide şerkirin. Rageşiya li herêma Federe ya Kurdastanê jî girêdayî vê yekê ye. Di vê pêvajoyê de Ocalan, dîsa banga Yekîtiyê li Kurdan dike. Bale dikişîne ser peymana 1982'an a di navbera PKK û KDP'ê de pêk hatiye. Ev girîng e. Ya girinig li ser Yekîtiya Neteweyî li hev bikin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

12/05/2020
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'