Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e

img
STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê, peyama wî ya ji bo yekîtiya kurdan nirxand û got: "Rêya jiyaneke azad û pevre ya hemû gelan, bi azadiya kurdan pêkan e."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 21 salan cara ewil di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axifî. Ocalan di hevdîtina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurdan û her wiha peymana 10 xalî ya ku di sala 1982'yan de bi Îdrîs Barzanî re îmze kiribûn bibîr xist û got, pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye û divê kurd baş zanbin heger yekîtî çênebe wê tu kes ji bo kurdan tiştekî neke û bila kurd baweriya xwe bi kesî neynin û di nav kurdan de rijandina xwînê bi tu awayî nayê qebûlkirin.
 
Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû peyamên Ocalan nirxandin.
 
Şenoglû, anî ziman ku li erdnîgariya kurdan bi salan e polîtîkayên ji bo guherandina demografiyê pêk tên û got, sedema sereke ya gelek qewimînên li Rojhilata Navîn guherandina ji bo guherandina demografiyê ye.
 
Şenoglû, destnîşan kir ku ev polîtîkayên bi salan e didomin di dema îqtidara AKP'ê de berfirehtir bûne û bal kişand ser operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û ambargoya nêzî 10 meh in li ser Kampa Mexmûrê pêk tê.
 
Şenoglû, anî ziman ku divê ev polîtîkayên ji bo guherandina demografiyê bi awayekî pir dorfirehî bên nirxandin û got: "Tenê xwe nasipêre berjewendiyeke aborî û eskerî. Ev polîtîka tekparêziyê û nîjadperestiy jî di xwe d edihewînin û polîtîkayine ku kurdan nahsibînin. Bi van polîtîkayan tê xwestin gel pev bikevin û bibin dijminê hev du."
 
TEVKARIYA TIRKIYE Û BAŞÛR
 
Şenoglû, anî ziman ku qewimînên dawî yên li Herêma Kurdistana Federe jî girêdayî polîtîkayên guherandina demografiyê ne û got, hêzên serdest dixwazin bi rêbaza "birakujiyê" kurdan bera hev bidin. Şenoglû, diyar kir ku di warê yekîtiya neteweyî de gavine pir cidî tên avêtin, lê belê çendî ku Mesûd Barzanî gotibû "Qethiyen wê careke din di nav kurdan de birakujî çênebe" lê dîsa rageşî zêde bûye. Şenoglû, got: "Lê em dibînin ku kur û xizmên Barzanî yên di Rêveberiya Kurdistana Federe de, van polîtîkayan pêk tînin. Gava vê dikin jî bi Tirkiyeyê re tevkariyê dikin. Lê kurdan ji roja ewil de anî ziman ku ev polîtîka ne ji bo berjewendiya kurda ye."
 
Şenoglû, diyar kir ku PDK şewb kiriye hincet û hêzên pêşmergeyî li Zînî Wertê bi cih kirine û ev yek bûye sedema zêdebûna rageşiyê û got: "Ji hêla ehlaqî û polîtîk ve tu îzahiyateke vê yekê tuneye. Berjewendiyên xwe yên eşîretî diparêzin. Li gor berwejendiyên xwe yên neteweî û aborî yên berteng tev digerin. Li cem hêza xweser a gelê xwe cih nagirin, diçin li cem hêzên paşverû û emperyalîst tev digerin. Xetereya şewbê hinceteke pir komîk e."
 
‘OCALAN TALÛKEYÊ DIBÎNE'
 
Şenoglû, anî ziman ku Ocalan van qewimîn û geşedanan û xetereya ku dê rû bide dibîne. Şenoglû, got: "Birêz Ocalan hem talûkeyê dibîne, hem jî li dijî vê talûkeyê çareseriyê pêşkeş dike. Ocalan, dibêje li Rojhilata Navîn tişta ku dê pêşiya aştî, demokrasî û azadiyê vebike bi yekîtiya kurdan pêkan e. Ji bo vê jî îşaret bi yekîtiya kurdan dike. Her wiha bal dikişîne ser peymana 10 xalî ku di sala 1982'yan de bi Îdrîs Barzanî re îmze kiribûn ku ev peyman ji bo astengkirina birakujiyê û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî hatibû îmzekirin."
 
YEKÎTIYA KURDAN
 
Şenoglû, got: "Çimkî dîrok ji bo demokrasî, ji bo azadiyan nîşanî me dide ku heger li erdnîgariya Rojhilata Navîn pêşketinek çêbibe ew jî bi yekîtiya kurdan pêkan e. Ji xwe sedema sereke ya rûxandina li erdnîgariya kurdan, ji be rnebûna yekîtiya kurdan e. Hêzên emperyalîst jî bi vî awayî polîtîkayên xwe pêk tînin. Ocalan, baş dibîne ku heger hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn projeyên xwe pêk bînin wê kurd bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin. Ji xwe di hevdîtinên xwe yên berê de jî ev yek gotibû. Ji bo kurd karibin van polîtîkayan berteref bikin divê yekîtiya xwe çêbikin. Ocalan, bal dikişîne ser vê yekê û loma îşaret bi yekîtiya kurdan dike û wan hişyar dike."
 
FIKRÊN OCALAN
 
Şenoglû, destnîşan kir ku tişta sereke ew e ku li derve fikrên Ocalan bibin hêzeke û got: "Tekane rêya jiyaneke azad ya hemû gelan, bi yekîtiya kurdan pêkan e." Şenoglû, anî ziman ku 'jiyana nû' û 'xeta sêyemîn' ku Ocalan bal dikişîne ser wan ev bi xwe ye ûg ot: "Pirsgirêka gelan ancax bi yekîtiya gelan dikare hel bibe. Ev yek li Rojava berbiçav bû. Kurd, ereb, ermenî, suryanî, çerkez yanî gelan bi vîna xwe statuya xwe ya azad ava kirin. Mesele ew e ku ev çareserî li seranserê Rojhilata Navîn belav bibe. Em HDK jî hewl didin ku ji bo yekîtî û azadiya gelan mîsyona xwe bi cih bînin."
 
MA / Nacî Kaya

Sernavên din

02/05/2020
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn