Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin

  • jin
  • 09:16 29 Nîsan 2020
  • |
img

WAN - Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye." 

Piştî bi qanûna înfazê ya nû re kiryarên sûcên li dijî jin û zarokan hatin berdan, sûcên nû dikin. Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin, anî ziman ku qanûna înfazê ya nû jinan hedef digire. Her wiha Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine û got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye." 
 
JIN Û ZAROK HEDEF TÊN GIRTIN 
 
Barin, anî ziman ku îqtidar şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ji xwe re kiriye firsend û got, bi qanûna înfazê ya nû re jin û zarok hedef girtine. Bartin, got: "Mixabin îqtidar di vê pêvajoyê de jî ew rûçikê xwe yê qirêj nîşan da. Pêvajoya şewbê kir firsend, hem di warê siyasî hem jî di yê aborî de. Bi qanûna înfazê re dîsa pergaleke ku jin û zarokan wan hedef tên girtin çêkirin. Wekîlên wan ji bo vê destên xwe rakirin. Wê ev şidetê gurtir bike. Tişta em li dijî wê ne ev e. Yanî diviya qanûneke wekhev bihata çêkirin. Girtiyên jin ên nexweş, girtiyên jin, aktivîstên jin, siyasetmedarên jin di girtîgehan de ne; lê kujerên jina, tecawizkar, çete bi vê efûya sergirtî tên berdan. Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin. Wekîlên ku ev yek qebûl kirin divê hesabê vê yekê bidin. Çimkî bi her awayî pêşî li ber kuştina jina hatiye vekirin." 
 
GEF LI JINAN TÊN XWARIN 
 
Bartin, diyar kir ku mêrên li dijî jinan sûc kiribûn û hatibûn girtin hê berî ku bi vê qanûnê ji girtîgehê derkevin telefonî jina kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Hê berî derkeve bi wê temînata ku ji bo wan hatiye dayîn telefonî jina dikin û gefan li wan dixwin. Sûcdar bêyî pir bên ragirtin hefteyek şûnde tên berdan. Bi temînata ku dewlet dide wan tên berdan. Heya qanûneke wekhev çênebe wê ev pêk bên. Raya giştî ji bo vê qanûnê li benda hin tiştên din bû. Ji bo vê muxalif, hiqûqnas, demokrat û gelek derdorên din ketibûn nav hewldanan. Lê mixabin efûyeke sergirtî derket holê û ev yek dîsa di ser jinan re pêk anîn." 
 
Her wiha Bartin bibîr xist ku tenê di meha Adarê de 29 jin hatine qetilkirin û got, di vê pêvajoyê de şideta li malê zêdetir bûye. Bartin, got: "Em dibêjin di mal de bimînin, jiyan li malê ye, lê a rast a di mal de dimîne şidet e. Şideta mêr e. Ev jî bi temînata dewletêt ê kirin. Ji bo kiryarên ji girtîgehan derdikevin, li malê ji vê yekê tiştek nehatiye kirin. Berevajî, jin dîsa bi mêrê ku şidetê lê dikir re rû bi rû maye. Îjar wê li wir jin çawa li ber xwe bide? Ji xwe jê direviya. Mêrê sûcdar dîsa ber bi cihê ku şidet lê dikir tê şandin."
 
Bartin, anî ziman ku di dema vîrûa coronayê de jî xebatên xwe yên jinan didomînin û got, di vê pêvajoyê de gelek jin hene ku nebûne dengê wan. Bartin, got: "Çimkî derfeteke we yî ku dengê xwe bigihînin me tuneye. Bi dehan bûyer hene me xwe negihandine wan. Me nikaribûye dengê wan ragihîne. Loma divê em bikin ku hîs bikin em li cem wan in. Xebatên me yên di vî warî de didomin. Me soz da ku em ê piştevanya hemû jinan bikin. Em ê ji bo vê tim û tim bitêkoşin. Li ku derê jinek hebe, em ê bibin dengê wê. Em ê ji derheqê van rojan jî derkevin. Em ê dîsa stranên xwe, bi govendên xwe û têkoşîna xwe ya birûmet li qadan bin." 
 
MA / Ozlem Yayan

Sernavên din

29/04/2020
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin
09:15 Rewşa darazê ya niha ji ya dema DGM'yan jî xirabtir bûye
09:15 Li 5 bajaran 'Kampanyaya Xwişk û Bira'
09:14 Ozturk: Divê malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
08:09 Ocalan di hevdîtina telefonê de banga yekîtiyê kir
27/04/2020
20:20 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900
19:36 Erdogan: Wê di di navbera 1-3'yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê îlankirin
18:29 Komîteya Tenduristiyê: Îmralî ji bo şewbê ne destdayî ye
17:30 Destûr nadin li Girtîgeha Bunyanê testa vîrusê bikin
17:17 Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî
16:51 Rûpoşên li welatiyan nayên belavkirin pirsîn
16:49 ATK: Hişê Mesût Issi li serê wî ye
16:06 Parêzeran îdianameya der barê Çelîk û Keser de hat amadekirin îtîraz kirin
15:33 Bultena Şopandina Girtîgehan: Divê şandeyek biçe Îmraliyê
15:21 Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!
15:06 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê bi tora piştevaniyê li kolanan têbikoşin
14:52 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere bû
14:33 60 hezar endamên DÎSK'ê ketin bin bandora şewbê
14:28 Doza Leyla Aydemîr cardin talûq kirin
14:16 Di pêvajoya qarantînayê de çekirina avahiyên qaçax zêde bûye
14:10 Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) kurdî qedexe kir
13:54 KESK: Îqtîdar raya giştî bi awayek zelal agahdar nake
13:47 Kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir ket qeydan
13:24 Koçyigît: Ji bo Gokçek bijî bi lez înîsiyatifê bigirin û gavan bavêjin
13:19 Li Nisêbînê 3 gund kirin qarantînayê
12:59 Jinên Şengalî: Em şerê birakujiyê naxwazin
12:47 Ûca xwest pêşniyaza NY'ê bicih were
12:32 TTB: heke helwest neyê girtin dê li vî welatî bijîjkî nikaribe bê kirin
11:57 Qedexe rabû her kesî berê xwe da goşt
11:44 Yusuf: Tirkiye û rejîm demografiyê diguherînin
11:24 Li Îzmîrê xebatkarên tenduristiyê yên bi virûsê ketine derket 447’an
11:11 Li Cîhanê Covît-19: Hêjmara miriyan 207 hezar derbas kir
09:12 Muezzînoglu: Divê nexweşxaneyên hatin girtîn bên vekirin
09:11 Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû
09:10 Piyangoya sererastkirina înfazê bersûcên Komkujiya Somayê jî girt!
09:10 Biçûkbûneke micid a aborî li benda Tirkiyeyê ye
09:09 Dîroknas Dînç: Destkeftî bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin
09:09 Dogan: Hiqûqa pêxamber ketiye bin piya
09:08 Xemla biharê kirasê sor li xwe kir
09:08 Ji kesên ku têkoşîna vegera karê xwe dikin pêşniyarên 1’ê Gulanê
09:07 Bendava ku dîrok tune kir veguherî behra zibalê
09:07 MED-DER dest bi dersên onlinê dike
09:07 Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN
26/04/2020
21:01 Hejmara miriyên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan
20:52 DÎAYDER: Êrîşa li dijî gora ne îslamî ye
16:37 HDP: Rêveberê me yê Mûşê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:54 Desteya Kar û Barên civakî: Alîkariya malbatan bikin
15:27 Li Nisêbînê Hasan Tan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:25 DEDEF: Li malên xwe bi findan kesên di 38’an de hatin kuştin bibîr binin
14:07 HDP: Karesat li ber deriye, divê navberê bidin hilberînê