Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje

  • rojane
  • 09:38 26 Nîsan 2020
  • |
img

STENBOL – Nûnerên rêxistinên mafên mirovan, fikarên xwe yên têkildarî şewba Kovîd-19’an a li girtîgehan belav bibe, anîn ziman û gotin: “Divê AYM qanûna înfazê betal bike û li gorî mafê jiyanê bi lezgînî biryar bide.”  

Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û yek ji qadên herî bi rîska şewbê re rû bir û ye girtîgehin. Ji ber vê yekê gelek sazî û dezgehên navneteweyî yên weke Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vê yekê, ji bo girtî û hikumxaran bangên bergiriyên lezgîn kirin. Li Tirkiyeyê li 355 girtîgehan 300 hezar girtî û hikumxwar hene. AKP û MHP’ê bi hinceta şewbê pêşnûmeya înfazê anîn Meclîsê û erêkirina qanûnê re nêzî 80 hezar girtî hatin berdan. Lê girtiyên siyasî ji derveyî vê pêşnûmeyê hatin hiştin û niha bi hezaran girtiyên siyasî bi şewba vîrûsê rû bi rû ne. Ev rewş weke “darvekirina veşartî” rastî bertekan tê. Her ku diçe hejmar girtiyên di girtîgehan de bi şewbê dikevin zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî li Girtîgeha Bûcayê testa 64 girtiyan pozîtîf derketiye.
 
CHP’ê ji bo betalkirina qanûna înfazê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Hemû kes li benda biryara AYM’ê ye.
 
TÎHV: MAFÊ WAN Ê JIYAN DIBIN RÎSKÊ DEYE
 
Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHD) Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku di serî de girtiyên nexweş mafê hemû girtiyan ê jiyanê dibin rîskek mezin deye. Bîçer, da zanîn ku girtî niha bi cezayê mirinê re rû bi rû ne û wiha axivî: “Divê qanûna înfazê di kopsepteke din de bê nirxandin û dest pê kê girtiyên jiyana wan di rîskê de bên berdan. Ji bo ku ev girtî ji ber pandemînê jiyana xwe ji dest nedin divê Wezareta Dadê gav bavêje. Di Girtîgha Sergirtî ya Bûcayê de encama testa 64 girtiyan pozîtîf derketin. Em bang li hikumet û Wezareta Dadê dikin ku dest ji pêkanînên rê li ber mirinên mirovan vekin berdin.”
 
CÎSST: DIVÊ AYM LI GORÎ MAFÊ JIYANÊ BIRYAR BIDE
 
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Civaka Sîvîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) Berîvan Korkût jî, dest nîşan kir ku ligel girtiyên hatin berdan jî hîna girtîgeh pir tijene û wiha axivî: “Girtîgeh pir tije. Ev jî bi xwe re gefên mezin tîne. Em ji xizmên girtiyan gelek daxwaznameyên gilîkirinê digirin. Divê AYM li gorî mafê jiyanê bi lezgînî biryar bide. Niha rewşa li Girtîgeha Bûcayê heye. Ger şewb li girtîgehan belav bibe, ne rêveberiya girtîgehê û ne jî xebatkarên tenduristiyê wê karibin vê yekê rabikin. Em weke roja dest pêkê daxwaza xwe ya efoyê nû dikin. Berî her tiştî divê girtiyên di koma rîskê dene bên berdan.”
 
OHD: PÊWÎSTE KU REWŞA GIRTINA LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglû jî, anî ziman ku bi qanûna înfazê cudakarî xistin di navbera girtî û hikumxwaran û wiha got: “Lê di rastiyê de divê rewşa girtiyan li ber çavan bê girtin. Ger ev yek bihata kirin cudakarî ne çêdibû. Tirkiyeyê bi tu awayî guh neda bangên sazî û dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan. Şewba vîrûsa koronayê êdî di girtîgehan deye. Mafê jiyanê yê girtiyan nayê parastin. Mafê jiyanê berî her tiştî tê. Divê AYM vê rastiyê li ber çavan bigire û wiha biryar bide.
 
ÎHD: FERMANA MIRINÊ
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî, ji bo qanûna înfazê got “efoya sergirtî” û wiha axivî: “Ev pêşnûme ji bo girtiyên siyasî tê wateya ‘fermana mirinê.’ Ji bo betalkirina înfazê serî li AYM’ê hat dayîn. Ji ber şewba vîrûsê û talûkeya jiyana girtiyan divê AYM’ê dosyayê bigire pêş. Li gorî salên berê em nêzîkatiyên dijminane dibînin. Ji ber vê hemû girtiyên polîtîk ji derveyî qanûnê hatin hiştin.”
 
ÇHD: EV AWAYÊ CEZAKIRINEK TAYBETE
 
Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin Gokmen Yeşîl jî, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze beşên mûxalîf ên li dijî xwe bi awayekê taybet ceza bike û wiha got: “Armanca cezakirinek taybete. Ji ber vê divê AYM vê pêşnûmeyê betal bike. Divê AYM berî her tiştî mafê jiyanê esas bigire. Lazime ku AYM demildest dosyayê lêkolîn bike û bi lezgînê derbarê dosyayê de biryar bide. Ji ber ku mafê jiyana mirovan mijara gotinê ye.”
 
MA / Nacî Kaya - Erdogan Alayûmat

Sernavên din

26/04/2020
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN