‘Demildest girtiyan serbest berdin'

  • rojane
  • 09:04 26 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku ji ber di girtîgehan de zêdeyî kapasiteyê girtî hene, eger vîrûs belav bibe dê pêşiya wê neyê girtin û xwest girtî demildest serbest bên berdan.
 
Vîrusa coronayê ya ku her roj bi hezaran mirov pê dimirin, li girtîgehan jî belav bû. Herî dawî li Girtîgeha Bûcayê 64 girtî bi vîrusê ketin. Ev rewş jî ji bo jiyanê xetere ye. Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas têkildarî belavbûna vîrusê ya girtîgehan û qanûna înfazê nirxandin kir. Çakas, diyar kir ku şewb di asteke cidî de ye divê bi her awayî cidî bê girtin û wiha got: “Niha nêzî 3 milyon mirov bi şewbê ketine û nêzîkî 200 hezar mirov jî jiyana xwe ji dest dane. Me di roja ewil de got ji bo girtîgehan çiqas tedbîr bê girtin jî têrê nake. Tiştên ku li Girtîgehan Bûcayê pêk hatin îspatên vê yekê ne. Tê dîtin ku çiqas tedbîr bêne girtîn jî şewb bi şiklekê gihişt girtîgehan.” 
 
‘DIVÊ GIRTÎGEHAN VALA BIKIN'
 
Çakas, anî ziman ku nexweşî ketiye girtîgehan û wiha axivî: “Ji ber ku di girtîgehan de zêdeyî kapasîteyê girtî hene nikarin pêşiyê nexweşiyê bigirin. Mînaka herî şênber jî Girtîgeha Bûcayê ye. Ji niha û şûnde tişta esas bê girtin parastina mafê jiyanê ye. An divê demildest girtiyan berdin, an jî divê tedbîrên mezin ên tenduristiyê bigirin. Şewba ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo tedawî û aşiyê nikare wext bide ku dê kengî derman bibîne û bi dawî bibe, divê daxwazên civakî yên giştî esas bêne girtin û girtîgehan vala bikin." 
 
‘TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ BANDORÊ LI TENDURISTIYA WAN DIKE’
 
Çakas, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Rojeva herî girîng niha rewşa girityên nexweşin. Ji ber şewba heyî girtiyên nebirina girtiyên nexweş a nexweşxaneyan rîskeke mezin derdixe holê. Pêknehatina tedawiyên girtiyên nexweş bandorê li tenduristiya wan dike. Pêşniyara me destpêkê serbest berdana girtiyên nexweş e. Ev yek pêk neyê jî divê li girtîgehan alternatîfa xizmeta tenduristiyê demildest werin temînkirin. Heke bi vî şikli berdewam bike rewşa girtiyên nexweş ên giran dê girantir bibe û pêşiya nexweşiyên girantir nikare were girtin.”
 
'GELEK PIRSGIRÊK HENE' 
 
Çakas, bilêv kir ku di hevdîtinên telefonan de divê dest ji lêgerînên hûrgilî were berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe girtiyên di qawişên xwe de û temasa wan a derve hatî birîn, bi legerînên hûrgilî birina wan ya hevdîtinên telefonê ji derveyî temasa civakî ye. Dîsa agahiyên ku me girtî malbatên girtiyan ji ber şewba vîrusa coronayê nikarin bixebitin ji ber wê yekê li girtîgehan pirsgirêkên aborî tên jiyandin. Di vê pêvajoyê de divê hem malzemeyên paqijiyê û hem jî xwarinên ku ji şewbê diparêzin bê pere were dayîn. Dîsa li hin girtîgehan malzemeyên paqijiyê ji fiyatên berê gelek zêdetir bûne. Pirsgirêkên kalîteya xwarinê, hewadarkirin, pirsgirêkên ava gerim tên jiyîn. Divê wek  pêşniyara Lijneya Zanîstê kalîteya xwarînan were zêdekirin. Pirsgirêka ava gerim jî divê bi lezgînî were çareser kirin. Hin jiyîna gelek pirsgirêkên weke van berdewam dike.”
 
‘ÇARESERÎ QANÛNA ÎNFAZÊ YA WEKHEV E’
 
Çakas, dest nîşan kir ku ji bo girtîgehan tedbîra nexweşiya şewba vîrusa coronayê ya herî mezin  qanûna înfazê ya adil û wekhev e û wiha lê zêde kir: “Bi tedbîrên hatî girtin re jî şewb li girtîgeha hat dîtin, saziyên fermî ev daxuyand. Lê raya giştî jî baş dizane ku qanûna înfazê bi awayekî gelek teng hat derxistin. Di vê pêvajoyê de peywîra bingehîn ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ye. Ji ber ku parastina makeqanûnê ji maf û azadiyên kesayetî re parastina pergala hiqûqê ye jî. Peywîra herî girîng ya AYM sînorên ku makêqanûnê danî kontrol bike ye. Di xala 10’emîn ya makeqanûnê de dibê ‘herkes bê cudatî, ji sedemên ziman, netew, zayendî, renk, ramanên siyasî, baweriya felsefî, ol, mezheb û hwd. di pêş qanûnan de wekhev e. Ji tu kes, malbat, zumre û polê re imtiyaz nayê dayîn.’ Rêgeza wekheviyê ya ku di xalê de cih digire ji bo kesên ku rewşa wan a hiqûqî wekhev e. Wê demê qanûna bi rojeva covîd-19 hatî derxistin bi awayekî vekirî diyare ku kesên di girtîgehê de wekhev bandorê jê bigirin. Sûd wergirtina kismekî ya ji vê qanûnê ji derveyî rêgeza wekhev a makeqanûnê ye.” Çakas, xwest ku vesazkirina qanûna înfazê ya AYM’ê ku wergirê dest bibe rojeva bingehîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke AYM vesazkirina qanûna înfazê pêk neîne jî divê girtiyên nexweş, ên temen dirêj û ên bi zarok demildest serbest werin berdan.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç-Ayşe Surme 
 

Sernavên din

26/04/2020
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN