Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe

  • rojane
  • 09:03 26 Nîsan 2020
  • |
img
AMED – Malbatên rojnamegerên girtî Nedîm Turfent û Azîz Orûç diyar kirin ku vîrûsa koronayê ji bo girtîgehan talûkeyek mezin e û xwestin rojnameger bigihîjin azadiya xwe.
 
Bertekên li dijî guhertina yasaya înfazê ya ku girtiyên siyasî nehatin daxilkirin didome. Girtiyên nexweş û siyasî û rojnamegerên girtî daxilî guhertinê nehatin kirin û li girtîgehan hatin hiştin. Lê girtiyên ji sûcên diziyê, tecawiz, revandina însanan, kuştin, mafya û çete û gelek sûcên din hatin efûkirin. Malbatên rojnamgerên girtî bal kişandin ser metirsiya vîrûsa koronayê li ser girtiyan û rojnameger jî terkî mirinê hatin kirin.
 
GIRTÎ DI BIN GEFA KORONAYÊ DE NE
 
Xwişka rojnameger Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, Şehrîstan Turfent diyar kir ku vîrûsa koronayê ji bo girtîgehan talûkeyek mezin e û got: “Heta niha li girtîgehan tenê tevdîra hevdîtina hatiye girtin. Girtîgeh tije bûne. Cih li girtîgehan nemaye. Mafê agahî wergirtinê kêm e. Xizmeta tenduristiyê têr nake. Li hemû girtîgehan tengezariya xwarina bi tenduristî heye. Hemû girtîgeh bi şewba koronayê re rûbirû mane. Yasaya înfazê ya hikumetê talûkeya li girtîgehan radixe ber çavan. Lê mixabin guhertiyana înfazê cudakarî bû û li pey xwe pirsgirêkan anî.”
 
SÛCDAR LI DERVE NE BÊSÛC GIRTÎ NE
 
Turfent da zanîn ku yên sûc kirine hatin berdan û yên sûc nekirine jî girtî ne û got: “Ji bo berdana rojnamegeran û hemû girtiyên siyasî bi dehan rêxistinên civakî û gelek partiyên siyasî xwestin werin berdan. Lê hikumetê van daxwazan pişt guh kir. Carek din neheqî li girtiyan hat kirin. Nedîm û bi hezaran ên mîna nedîm bi gefa koronayê re rûbirû hatine hiştin.”
 
Turfent got ew di serdemek dîrokî û hesas de derbas dibin û bang kir ku rojaneger, nivîskar, akademîsyen û girtiyên siyasî divê demildest bigihîjin azadiya xwe.
 
‘WERIN EM BIBIN DENG Û RENGÊ GIRTIYAN’
 
Hevjîna rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agirî girtî ne Hulya Orûç jî destnîşan kir ku rewşa li girtîgehan her ku diçe nebaş dibe 3u wiha got: “Divê bi lezgînî ji bo girtiyan gav were avêtin. Ez bi Azîz re diaxivim ew jî behsa binpêkirinên li girtîgehê dike û dibêje di girtiyan de nîşaneya nexweşînê hatiye tespîtkirin. Lê ji bo wan tu tiştek nakin. Bêhna pîs ji girtîgehê tê. Girtî bi nexweşînan re rûbirû ne. Ji bo nexweşînan tu tevdîr nehatine girtin. Di serê hevjînê min de du heb kîst hene. Ji daxwaza hevjînê min re dibêjin ‘serê te diêşe’ û tu tiştekî nakin. Ji bo ev nexweşîn bi pêş ve nece, divê were dermankirin. Hevjînê min û bi hezaran girtî bi koronayê re rûbirû hatin hiştin. Hikumetê tu demê min matmayî nekiriye. Çimkî heman polîtîka wê didome. Hikumet dixwaze girtiyên siyasî bimirin. Berevajî vê nafikirin. Divê em jî li dijî vê bibin yek. Werin em jî bibin deng û rengê hemû girtiyan.”

Sernavên din

26/04/2020
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN