* Halîl Borê ku her sal biharê ji bo heywanên xwe biçêrîne diçe quntarên Çiyayê Erekê, îsal ji ber şewba coronayê heywanên xwe li kuçeyên Taxa Xaçortê diçêrîne.
* Qesra Elo Dîno û avahiyên nêzî wê ku ji ber bêxwedîtiyê hindik mane bi temamî hilweşin, niha jî bûye hedefa defînegeran.
* Di rojên Covîd-19'yê de jî wexta xebatê ya karkerên Mîgrosê hatiye zêdekirin. Karkerekî marketê, anî ziman ku di destpêka şewbê de ssirf ji bo metirsî û panîk bi mişteriyan re çênebe maske jî nedane wan.
* Cotkarên ku ji ber şewbê nikarin îsotên xwe bifiroşin, anîn ziman ku îsotên wan xera bûne û xwestin piştgiriya wan bê kirin.
* Bendava Ilisûyê, rêya di navbera gundê Reşiye û Verzînê jî qut kir. Gundî, doza rêyeke nû dikin.
Derûnnasa Klînik Efsûn Tatar, diyar kir ku pêvajoya karantînayê ji bo zarokan pir zor derbas dibe û got: “Divê têkiliyên di nava malbatê de baş bin û piştî karantînayê hêvî û xeyalên zarokan bên zêdekirin.”
* MEBYA-DER'ê êrîşên li dijî gorên PKK’yiyan şermezar kirin û diyar kir ku ev sepan encama dijminatiya çand û zimanê kurdî ye û zulm e.
* Parlementerê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu diyar kir ku qanûna înfazê bi zanebûn xistin pêvajoya nexweşiya vîrûsa coronayê û got: “Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin.”