NAVENDA NÛÇEYAN - Mustafa Koçak ê 297 rojin ji bo mafê darizandina bi edalet di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da.
Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku muwekilê wan Mustafa Koçak ê 297 rojin di rojiya mirinê de ye, jiyana xwe ji dest daye. Buroyê anî ziman ku muwekilê wan Mustafa Koçak ji bo darizandina bi edalet ketibû rojiya mirinê û di hucreyê de bedena wî hiliya. Buroyê da zanîn ku Koçak ji bo mafê xwe di hucreyê de bi grevê li ber xwe da û ket rêwîtiya nemir û wiha got: "Zanibin ku dewletê ji bo şahidekî li dadgehê guhdar neke qetil kir. Em li ber bîranîna wî bu hurmetî bejna xwe ditewînin.