NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa coronayê 115 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê heya niha hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane 2 hezar û 491 e.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) ya Tirkiyeyê parve kir.
Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 115 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 3 hezar û 116 kesên din de jî şewba coronayê hatiye tespîtkirin.
Tevî daneyên dawî hejmara kesên li Tirkiyeyê heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 491, hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî bû 101 hezar û 790 û hejmara testên hatine kirin jî 791 hezar û 906.
Her wiha heya niha 18 hezar û 491 kes jî baş bûne.