Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike

  • rojane
  • 10:14 4 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan rageşî, şer, tundî zêde bûye û derfetên demokrasî, diyalog û siyasetê kêm bûye. Erol, anî ziman ku bi vekirina qanala hevdîtinê dê pirsgirêkan çareser bike. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di yek hucreyê de tê girtin. Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de çû Îmraliyê. Piştî rê li pêş ziyareta heyetê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat qutkirin şer û kaos kûr bû. Sibê 5'ê Nîsanê ye û 5 sal di ser qutkirina ziyaretên heyetê re derbas dibe. Dîsa parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûn Îmraliyê û heta 8 salan hevdîtin li parêzeran hat qedexekirin. Parêzer piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulana 2019'an de çûn Îmraliyê. Piştî ziyareta 5 caran herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de çûm Îmraliyê. Parezêzer ji 7'ê Tebaxê heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê serlêdana wan bê encam dimîne. Dîsa malbat jî bi heman armancê serlêdan dikin, lê serlêdana malbatan bê encam dimîne. 
 
Herî dawî piştî şewat li Îmraliyê derket, birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 3'ê Adarê de çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan, di peyama xwe de diyar kiribû ku ew hêj li ser fikra deklerasyona Newroza 2013'an e û ji bo çareseriyê amade ye. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol nirxadin kir. Erol, anî ziman ku Ocalan li gel ku bi tenê li gravekê di hucreyekê de di şertên giran de dijî jî disa ji bo aştiyê têdikoşe û got: "Di statuya Girtîgeha Îmraliyê de pîvanên tîpên F, D an jî tîpa L  tune ye. Statuya  Girtîgeha Îmraliyê bi serê xwe statuyek e. Di mevzuattê de zagonek taybet a Girtîgeha Îmraliyê tune ye. Lê d pratîkê de dema mirov gav davêje Grava Îmraliyê mirov rastî rejîmek taybet tê. Tu aliyê vê mijarê yê hiqûqî tune ye. Mirov tenê vê yekê nikare bi hiqûqê pênase bike. Aliyê vê yekê yên polîtîk, îdarî û hiqûqî hene. Bi pergalek taybet a hiqûqê tê rêvebirin. Êdî pênaseya talûkeyê li gorî welatan tên guhertin. Ji bo hin kesan penaber, ji bo hin kesan komên dijzagonî, ji bo hin kesan jî nexweşî talûke ye. Lê koma di nava ‘terorizm’ ê de hatiye asêkirin, dikin nesneya gefa civakê. 
 
Pergal û qadên hiqûqa serdema nû dê ne wekrî berê be. Niha Girtîgeha Îmraliyê û Guantanamo bi hin taybetiyên xwe mînakên hilbijartinên nû yên pergalê li pêş çavan radixe. 
 
Em dibînin ku pergala Îmrali wekî teknîka rêveberiyek nû pêş ketiye. Ev pergala teknîkê her ku diçe li ser hemû civakê tê ferzkirin û li her derê dixin meriyetê. Wekî rêbaza rêveberiyê li ser civakê ferz dikin. Dema em dibêjin 'Pergala tecrîda Îmraliyê' mirov nikare tenê li ser sînorkirina ziyareta çend parêzer û malbatê pênase bike. Raste tecrîda Îmraliyê di hin serdeman de pir giran bû. Di navbera Tîrmeha 2011'an heta Gulana 2019'an tu parêzer neçûn Îmraliyê û hevdîtin nekir. Dîsa ji 5'ê Nîsana 2015’an heta 2'ê Gluana 2020’an tu hevdîtin nehat kirin. Di vê pêvajoyê de tecrîd herî zêde giran bû. Lê ev tecrîda giran bi tena serê xwe nikare pêvajoya terîda ji sala 1999’an heta niha hatiye pênase bike. Divê mirov bi tevahî bigire dest."
 
 
Prz. Ozgur Erol, destnîşan kir ku pêkanînên ji sala 2016’an heta niha li Kurdistanê piştî OHAL'ê xistin meriyetê û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav kirin, koka xwe ji pergala Îmraliyê digire. Ev pratîkên li Tirkiyeyê pêş dikevin li Îmraliyê dest pê kir û belav kirin. Di nava pergalgala Îmraliyê de, hevditîn, ragihandin, yek alî her dem hatin astengkirin û bi sînorkirin. Ev ji bo tecridê diyarker e. Lê tecrîd tenê bi vê yekê ne bi sînor e. Pergala Îmraliyê ji sala 1999’an heta niha hatiye plankirin û ev tecrîd li gorî vê planê pêş dikeve. 
 
Ocalan dem bi dem di hevdîtinê xwe de taybetiya vê tecrîdê anî ziman. Têkildarî pergala hatiye avakirin wekî neqebek teng a ku mirov têde nikare li çep û rastê xwe bizîvire pênase kir. Li wir rojane tê şopandin. Hemû hevdîtin û axaftin têne qeydkirin. Mafê ragihandinê bi temamî hatiye qetkirin. Zêdeyi 10 in heta niha tenê bi radyoya yek qanalî derve dibihîze. Mînaka vê girtîgehê li tu girtîgehên din tune. Bi temamî ji cîhanê hatiye qutkirin. Lê ya herî balkêş di serdemê herî bi rageşî de dîsa bi xwînsarî di çareserî û diyalogê de israr dike. Pergala OHAL'ê û tecrîda li Tirkiye belav bû, li Îmraliyê dest pê kir û xwe bi rêxistin kir û piştre li Tirkiyeyê belav bû. 
 
‘QANÛNÊN OCALAN’
 
Erol, da zanîn ku Ocalan 20 salin girtiye û wiha got: “Ocalan zextên li ser xwe pir zû dîtin û li dijî van zextan seknek polîtîk nîşan da. Belê, pergala Îmraliyê piştî sala 2000’an di pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de dest pê kir. Em dikarin bejin ku ev di polîtîkayên di hiqûqa Tirkiyeyê de asta şikandinê bû. Li welat pergala înfazê ya tecrîdkirinê ji salên 90’î ve tên nîqaşkirin. Lê pratîka wê di 19’ê Kanûna 2000’î de dest pêkir û ji bo girtîgehên Tîpa F ket meriyetê. Dûre hemû pêşnûmeyên hiqûqî li gorî Îmraliyê hatin sererastkirin. Ji efoyê û efoya xwendekaran bigirin heya, biryarên berdanên bi şert, hevdîtinên parêzeran ên di girtîgehan de, krîterên qedexekirina parêzeran, dîsa biryarên di darazê de, hemû weke ‘Qanûnên Ocalan’ hatin nîqaşkirin û sererast kirin.” 
 
‘KUNÊ TARÎ YÊ HIQÛQÎ’
 
Erol, dest nîşan ku êdî mirov pêşerojek hiqûqî nabînin û wiha pê de çû: “Ev rewş dide nîşan de ku têgîna ewlekariya hiqûqî ji holê hatiye rakirin. Dadgeha Bilind a Îngîlteriyê di biryareke xwe de ji bo Guantanamoyê gotibû ku ‘Kunê tarî yê hiqûqî.’ Rejîma Îmraliyê jî bi hemû taybetmendiyên xwe dişibe Guantanamoyê û weke ‘kunê tarî yê hiqûqî’ civak bê parastin hiştiye û hiqûq-polîtîkayeke tîpa nû derxistiye holê.” 
 
PERGALA TECRÎDÊ
 
Erol, bal kişand ser pergal tecrîdê û wiha got: “Pergala tecrîdê li siyaset û hiqûqa Tirkiyeyê dike.  Dewam pratika tecrîdê, îfadeya dewama binyatek wiha dike. Ne çareserkirina pirsgirêka kurd û rewşa şer a heyî, hem di polîtîkayên neteweyî û hem jî navneteweyî de, pênaseyên ‘gef û terorê’ rewa dikin. Mînak di warê maf û azadiyan de, Dadgeha Bilind biryarên pir zeîf digire û ev jî pir tê rexne kirin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an de hevdîtinên li Îmraliyê hatin birin. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dawî li pêvajoya çareseriyê anîn û pevajoyek şer û pevçûnê ji nû de dest pê kir. Dûre qedexeyên derketina kolanan, operasyonên derveyî sînor, hewldana darbeyê, îlankirina OHAL’ê, sererastkirinên biryarnameyan, krîzên aborî û siyasî derketin holê. Polîtîkayên tundiyê hemû kes kirin bin bandora xwe û rewşên krîtîk li du hev zêde bûn. Ev hemû ji ber ne çareserkirina pirsgirêka kurd û bi pergal tecrîdkirina Îmraliyê derketin holê.”
 
‘ROLA OCALAN A AŞTIYÊ JI BO CIVAKÊ YE’
 
Erol jî diyar kir ku Ocalan dikare bêçareseriyê wergerîne diyalogê û wiha got: “Di vê mijarê de Ocalan berê dewlet û rêxistinê tev qanih kiribû û aştiya pozîtîf û diyalogê de israr kiribû, niha jî vê sekna xwe didomîne. Di navbera tecrîda Îmraliyê û gengeşî û şer de paralelbûn û di navber wê û diyaloga demokratîk û siyaseta pozîtîf de negatîfbûn heye. Me vê yekê di hevdîtinên 2019’an de jî dît. Rola erênî ya Ocalan ne tenê ji bo beşeke civakê ji bo hemû beşên civakê û dewletê ye. Qrîza daîmî weke civakê dewletê jî ji cihekî şûnde mat dike lal dike. Ji ber vê yekê vekirina rêyên diyalogê ji bo dewletê jî baş e û hebûna komên li dijî demokrasiyê bi sînor dike.”
 
‘EM DI DAXWAZÊN XWE DE BI ISRAR IN’
 
Tekildarî rewşa Ocalan a ji ber vîrûsa koronayê jî Erol, da zanîn ku ew neçar in bawer bibin ku li Îmraliyê bergiriyên li dijî vîrûsê bêkêmasî hatiye girtin û ev tişt got: “Ji ber ku tecrîda heyî venêrîna di vê mijarê de asteng dike, me ji bo hin daxwaz û agahiyan serlêdanan kirin. Divê ku kîtên testan bibin Îmraliyê û timik muwekilên wan û kesên ku bi wan têkilî datînin di van testan de derbas bikin. Lê heta niha jî me bersiva serlêdanên xwe negirtiye. Lê em di van daxwazên xwe bi israr in û heta ku daxwazên me bên bersivandin jî em ê vê israra xwe bidomînin.”
 
‘DIVÊ SERERASTKIRIN LI GORÎ DAXWAZÊN CIVAKÊ BE’
 
Derbarê sererastkirina înfazê de jî Erol nêrînên xwe aşkera kir û ev tişt anî ziman: “Jixwe ji bo girtiyên polîtîk hiqûqeke li ser cihêkariyê hatiye çêkirin heye. Niha jî xelekeke din li vê hîqûqa cihêkar tê zêdekirin. Em dizanîn ku girtiyên di seriya 20-25 salan di girtîgehê de ne hene. Ji ber şert û mercên wan ên girtîgehê ev girtî li dijî vîrûsê mirovên herî bêparastinin. Hewl tê dayîn ku ev girtî li derveyî sererastkirinê bimînin. Ji bo wekheviya înfazê û kûrnekirina cihêkariya civakî girîng e ku sererastkirinê li gorî daxwazên civakê pêk were.”
 
MA / Berîvan Altan
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine