Serokên Baroyan: Dikarin vê pakêtê bikin firsenda aştiya civakî

img

WAN - Serokên Baroyên Wan, Colemêrg û Mûş, pakêta darazê ya pêşkêşî meclîsê bê kirin nirxandin û xwestin vê pakêtê ji bo aştiya civakî bikin firsend. Serokên baroyan xwest ev pakêt hemû girtiyan jî têxe nava xwe. 

Hikûmeta AKP'ê pakêta darazê ya sêyemîn pêşkêşî partiyên komê wan li meclîsê heye dike. Niqaşên têkildarî pakêtê didomin. Serokên Baroyên Wan, Colemêrg û Mûşê têkildarî pakêta sêyemîn a darazê ku pêşkêşî meclîsê bikin, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman. Serokên Baroyan xwest ev pakêt ji bo aştiya civakî bibe firsend û xizmeta aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka Kurd bike. Serokên baroyan xwest hikûmet vê pakêtê ji bo aştî, çareseriya demokratîk wekî şansê bibîne û li gorî wê guhertinan bike. 
 
DIVÊ VÊ GUHERTINÊ BIKIN DESTPÊKA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, xwest hemû baroyên herêmê têkildarî pakêtê daxuyaniyek hevpar bidin û pakêt xizmeta çareseriyê bike. Uçar wiha got: "Divê pakêtê wekî firsenda aştiya civakî bigirin dest. Ev firsendek e. Divê ev firsend bê nirxandin. Bêyî li nasname, reng û baweriya kesan bê nerîn, divê li gorî rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn bê sazkirin. Ev rêgezek gerdûnî ye. Îro şewbê hemû mirovên cîhanê xistiye bin bandora xwe. Di vê pêvajoyê de divê hemû girtî serbest bên berdan û cudakarî di nava wan de neyê kirin. Ev wîcdanê hiqûqî ye. Dîsa divê dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vê yekê bike destpêk. Ger ku rêgeza wekheviyê esas bê girtin, dê bibe destpêka çareseriya pirsgirêka Kurd. Eger Tirkiye welatekî demokratîk e, divê ji bo demokrasiya tam gavan bavêje. Divê girtiyên siyasî serbest berde. Li aliyekî qeyûm tên tayînkirin û li aliyê din hevşaredar tên girtin. Divê dawî li vê bê hiqûqiyê bînin." 
 
'DIVÊ AŞTIYA CIVAKÎ AVA BIKIN' 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Hikûmetê ji bo hêjmara girtiyan kêm bike ev pakêt derxist. Lê niha ev pakêt li dijî pîvana wekheviyê ye. Divê pakêta sêyemîn berî her tiştî wîcdanî û hiqûqî be. Ger ku ev pakêt bi vî rengî derbas bibe dê li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn be. Bi vî halî ev pakêt xizmeta aştiya civakî nake. Divê pakêt xizmeta aştiya civakî û wekheviyê bike. Me hevî dikir ku aştiya civakî bike. Lê li holê dîmenek wisa xuya nake. Bi vî halî ev pakêt çareseriyê bi xwe re nîne." 
 
Canan, xwest ev pakêta darazê wîcdanî û hiqûqî be û wiha bi dawî kir: "Em li bendê bûn ku bi vê pakêtê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lê li şûna berdanê qeyûm tayînî şaredariyan kirin û hevşaredar girtin. Niha hemû cîhan bi şewbek mezin re rû bi rû ye. Em nizanin dê sibê çi bibe. Bi vê şewbê dê gelek mirov bimirin û dewlet di aliyê aborî de dê têk biçin. Ev pakêt bi lez û bez anîn rojevê girêdayî vê şewbê ye. Ger ku ev pakêt bi vî halî derkeve dê dîsa li girtîgehan gelek girtî bimînin. Gelo ger ku 50 hezar mirov serbest bên berdan, 200 hezar girtiyên din dê çawa ji vîrûsê xelas bibin? Divê ev zagon ji bo her kesî derbasdar be. " 
 
DIVÊ RÊGEZA WEKHEVIYÊ ESAS BIGIRIN
 
Serokê Baroya Mûşê Feridun Taş jî xwest di vê pakêtê de rêgeza wekheviyê esas bigirin û wiha got: "Em dixwazin bi vê pakêtê cudakariyê nexe nava kesan û her kesî wek hev bigire. Niha hemû cîhan bi belaya vîrûsê mijûl dibe. Li Tirkiyeyê hêjmara mirî û nexweşên şewbê zêde dibe. Li şûna efûya giştî derxe û xizmeta aştiya civakî bikin, lê mixabin îqtîdar cuda difikere. Qet nebe divê ji bo girtiyên nexweş û zagokan gavan bavêjin. Bi vî halî heviyên me bi avê de diçin. Divê teqez rêgeza wekheviyê esas bigirin." 
 
MA / Adnan Bilen 
 
 

Sernavên din

25/03/2020
09:14 Rewşa karkerên lojîstîkê di xetereyê de ye
09:13 'Ev pakêt wê bêedaletî û newekheviyê zêdetir bike'
09:12 ‘Ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê xetên îxbarkirinê bên çalakirin'
09:12 Serokên Baroyan: Dikarin vê pakêtê bikin firsenda aştiya civakî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2020'AN
24/03/2020
23:16 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 44
21:30 Cenazeyê Saltanê HPG'î hat definkirin
19:06 QSD‘ê ji ber pandemiya Covît-19 banga agirbesta mirovî kir
18:03 Hevşaredarê Gêlê Akkûl hat girtin
17:33 Platforma Demokrasiyê ji AKP’ê xwest dest ji dijminantiya Kurdan berdin
17:06 Ji bo îfadeyê bang li Serokê Odeya Tabiban kirin
16:56 Ertugrul Gunay bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
16:02 Lêpirsîna parvekirinên medya civakî li hevjîna rojnameger Orûç vekirin
15:51 HDP'ê ji bo rojnamegeran xwest komîsyona lêkolînê bê avakirin
15:27 Beştaş: Dinya bi vîrûsê re têdikoşe, AKP jî bi HDP’ê û gelê kurd re têdikoşe
15:16 MSD’ê têkildarî vîrûsa corona hişyarî kir
15:05 UNICEF: Rawestandina stasyona Elok 460 hezar mirovî dixe xeteriya koronayê
14:50 Rewşa Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek ên di rojiya mirinê de ne xerab e
14:00 Li Enqereyê nêzî 20 kuçik mirî hatin dîtin
13:39 Li Hewlêrê di 6 kesên din de vîrûs hat dîtin
13:38 Ji Aydenîz bang: Dernekevin kuçeyan
13:34 ‘Bloka AKP-MHP’ê rûyê xwe rastî carek din nîşan da’
13:30 Li dijî covît-19'an banga ‘Ji bo zarokan tahliye ji bo jiyanê ronahî' kirin
13:01 Safa: Ji ber min daxwaza cîgirê walî red kir hatim binçavkirin
12:53 Kaya hat berdan, hefsa malê dan Dîken
12:42 Du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin
12:21 Hejmara weqayên vîrusa koronayê nêzî 400 hezarî bû
12:06 Dozger bi daxwaza girtinê Hevşaredara Yenîşehîrê Diken sewqî dadgehê kir
12:00 Li Sêrtê 7 kes hatin binçavkirin
11:41 Xwendekarên ku bi keştiya bar ji Qibrisê anîn di testê re derbas nekirin
11:40 Ji hunermendan bang: Girtiyan demildest berdin
11:25 Koordînasyona Heskîfê: Tayînkirina qeyûm bi Bendava Ilisûyê re girêdayî ne
11:22 Vîrûsa corona hişyariya dawî ye
11:06 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de ye: Ji bo bijî li benda hêviyekê ye
11:05 Karkerên ku 168 rojên li ber xwe didin: Birçîbûn ji vîrusê talûketir e!
10:22 ‘Divê girtîgeh rojek berî rojekê werin vala kirin’
09:56 ‘Bila li Girtîgeha Îmraliyê venêrîn bê kirin’
09:32 Marmara TUHAY-DER'ê hişyarî kir: Ku vîrus li girtîgehan belav bibe emê nikarin pêşiyê bigirin
09:32 Fikarên xizmên girtiyan zêde dibin
09:31 Çepnî: Guhertinên ku girtiyên siyasî nexe nava xwe em qebûl nakin
09:31 Piştî nûçeya me fabrîke hat dezenfektekirin
09:30 ‘Divê giştînameyên pêşî li şidetê digirin bên weşandin'
09:29 Rojnamevanên li qadan: Divê bi tu awayî rastî neyê veşartin
09:28 ‘Em ne mehkûmî vê pergalê ne, em bi vê ferasetê piştevaniya hev bikin'
09:28 'Ji dêvla tevdîrên tecrîdê girantir dikin, girtiyan berdin'
09:27 Zanîngeha Zhejiang pirtûka rawestandtina COVID-19 çap kir
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2020'AN
23/03/2020
23:41 Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 37
20:20 Qeyûm tayinî şaredariya bajarokeke Sêrtê jî kirin
19:23 Qeyûm tayinî Şaredariya Norşînê hat kirin
19:19 Hevşaredarê Licê Tarik Mercan hat binçavkirin
17:15 MED TUHAD FED’ê ji partiyên siyasî û saziyên dewletê re daxwazname şand
17:00 Ji Mazlûm Ebdî peyama li dijî vîrûsa koronayê
16:45 Li Hewlêrê 12 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin
16:36 ‘Tayînkirina qeyûman derbeyeke li dijî bergiriyên vîrusê ye’
16:21 '42 sal in em bi vîrûsa dewletê re têdikoşin’
16:19 TJA'yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
16:06 Kesê bi gumana vîrûsê çû nexweşxanê: Tu bergiriyek parastinê tuneye
15:49 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Em bang li AKP’ê dikin dev ji dijminatiya kurdan berde
15:38 Gelê Êlihê dê êvarê li dijî qeyûman çalakiyan li dar bixe
15:37 Di çapemeniya Cîhanê de korona: Li Hindistan û Zelandaya Nû kuçe tên valakirin
15:21 Parêzerên Ocalan tevdîrên ji bo Îmraliyê rêz kirin
15:16 ‘Bi piştevahiya civakî em dikarin ji vê rewşê derkevin’
15:00 Çavdêrxaneya Sûriyê: Ûnsûrên selefî xaniyên Efrîniyan difiroşin
14:38 Hevşaredarên di binçavan de: Em bi awayekê bêhiqûq hatin binçavkirin
14:32 Leyla Guven: Em li malê bimînin, piştevaniya hev bikin û tevdîrên xwe bigirin
13:56 Sancar: Desthilatdarî tenê bekaya xwe difikire
13:42 Ceylan: Qeyûm û zîhniyeta xwe tenduristiya kurdan dixe talûkeyê
13:24 Ji medya civakî bertekên qeyûman: Qeyûm vîrusa li dijî demokrasiyê ye
13:03 Li Edenê 31 kes hatin binçavkirin
12:59 Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken piştî 4 mehan hat binçavkirin
12:59 Li cîhanê hejmara miriyan gihîşt nêzî 15 hezarî û li 5 welatan qedexe hat ragihandin
12:52 Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê ji bo rojnamegeran bang kir
12:30 Hevşaredara Erxeniyê Yildiz: AKP li şûna vîrûs bi vîna kurdan re şer dike
12:16 ‘Tê xwestin ku şertên parastina ji koronayê yên kurdan ji holê bên rakirin’
12:08 Li Girtîgeha Kaniya Xezalan girtiyekê jiyana xwe ji dest da
12:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina kolanan dest pê kir
11:45 Ji HDP’ê pêşniyarên çareseriya vîrusa koronayê
11:43 Bi ser Îranê re hatina penaberan didome: Divê tevdîrên lezgîn werin girtin
11:42 Li qawîşên ku girtî li erdê radikevin bergiriyên vîrusê tunene
11:39 Li Êlihê li dijî qeyûm bertek: AKP gefan li tenduristiyê gel dixwe
11:05 Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin, hevşaredar hatin binçavkirin
10:36 OHD û MED TUHAD-FED: Maske, lepik û dezenfekteyê nadin girtiyan
09:58 Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê binçav kirin
09:53 'Ji bo hemû girtî bên berdan divê hemû kes seferber bibin'
09:52 Ji Çînê kîtên ku vîrûsê zû tespit dikin anîn
09:23 Işik: Pêwîste ji bo Ocalan mafê hevdîtina telefonê were nasîn
09:23 ‘Heke li rewşa tenduristiya penaberan neyê pirsin wê encamek xerab bîne"
09:22 Aborînas Muftuoglû: Hikumetê şewbê veguherandiye fersenda sermayê
09:22 Nûnerên sendîkayan: Ji bo bi milyonan karker tevdîr nehatine girtin
09:21 Esnafên biçûk: Ji bo me tu tiştek di pakêta Erdogan de nîne
09:20 Polîsan ewilî ew desteser kir û pişt re pereyê wî dizîn
09:19 Esnafên Kemeraltiyê: Wê kî heqê kirê, ceryan û avê bide?
09:19 Ocalan: Modernîteya kapîtalîst bi xwe cinawirek e
09:15 ‘Xebatkarên PTT'ê hem vîrûsê digirin hem jî belav dikin
09:13 Parazvanên mafên mirovan: "Bila bi lez Girtîgeha Îmraliyê vala bikin
09:09 Tuzik li ser ava ye
Kî nexweş e bela ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2020'AN
08:13 Qeyûm tayînî şaredariya Êlih, Farqîn, Licê û Erxenî hatin kirin
22/03/2020
22:28 Li Tirkiyê hejmara miriyên vûrûsê derket 30 kesî