STENBOL – MLSA ji ber vîrûsa koranyê ji bo 5 rojnameger û aktîvîstekî da ku werin berdan serî li dozgeriyê da.
Ji bo berdana girtiyan ji gelek sazî, rêxistin û aliyan bang tên kirin. Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî ji ber vîrûsa koronayê ji bo 5 rojnamegerên girtî û aktîvîstek werin berdan serî li dadgehan da. MLSA dibêje ku li girtîgehan ji bo pêşîgirtna vîrûsê tu tedbir nehatine girtin û ji ber vê yekê ji bo berdana rojnamegeran serlêdan kiriye. MLSA ji bo rojnameger Azîz Orûç, Nedîm Turfent, Ogûz Ûslûer, Ûgûr Yilmaz, Ziya Ataman û aktîvîst Patrîck Kraîcker serlêdan kir.
‘JI BO MAFÊ JIYANÊ PÊDIVÎ BI YASAYAN NÎNE’
Parêzera MLSA’yê Zelal Pelîn Dogan têkildarî serlêdanê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ji bo parastina mafê mirovan û mafê jiyanê pêdivî bi tu yasayê nîne. Dogan got jiyana girtiyan di bin gefa vîrûsa koronayê de ye û ji ber vê yekê divê hemû girtî werin berdan. Dogan da zanîn ku heke tiştek neyînî li girtîgehan biqewime dê bepirsiyarî ya dewletê be. Dogan anî ziman ku het niha serlêdanên wan nehatine bersivandin û xwest rojnameger demildest werin berdan.