Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene

img

ŞEHBA - Endama Desteya Rêvebir a PYD'ê hediye Yûsûf, ji bo krîza Idlîbê ya ku hatiye taloqkirin anî ziman ku li ber Tirkiyeyê du rê hene û got: "An ew û Rûsyayê wê bi hev re şer bikin an jî wê paş de gav bavêje. Gava paş de gav bavêjê û çeteyên li wir hemû berê xwe bidin Tirkiyeyê, wê krîza li Sûriyeyê veguhêze Tirkiyeyê." 

Endama Desteya Rêvebir a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsûf geşedanên li Sûriyeyê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
 
Yûsûf, anî ziman ku hindik maye krîza li Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe û got, wê Îdlîb bibe cihê jevketinê û wê li ber Tirkiyeyê du rê hebin. 
 
BERIYA EFRÎNÊ Û PIŞTÎ EFRÎNÊ 
 
Yûsûf, anî ziman ku divê şerê li Sûriyeyê wekî beriya Efrînê û piştî Efrînê bê nirxandin û got, berê ku Tirkiye û komên girêdayî wê têkevin Efrînê rejîma Sûriyeyê bêhêz bû û gelek komên ku xwe wekî "muxalefeta Sûriyeyê" bi nav dikirin li gelek deverên welêt xwedî bandor bûn. Yûsûf, diyar kir ku ev yek karê rejîma Sûriyeyê zehmetir dikir, lê belê piştî Rûsya ket dewrê her çû hêza wê zêdetir bû. 
 
TÊKILIYA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ 
 
Yûsûf, diyar kir ku Rûsya, vê polîtîkaya xwe li ser lihevkirina bi Tirkiyeyê û herêmê re ava kiriye û got: "Bi taybetî jî piştî balafira Rûsyayê hat xistin û li Tirkiyeyê hewldana darbeyê pêk hat, têkiliyeke cuda çêbû. Ev pêvajo bi Astanayê re dest pê kir. Di vê çarçoveyê de 'herêmên nevpevçûnî' hatin îlankirin. Di serî de Şam, gelek komên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dikir be rbi herêmên sînor ve hatin şandin. Rûsya, bi destê Tirkiyeyê komên ji xwe re digotin muxalefet derxistin. Bi vî awayî hem rejîmê xurt kir hem jî bandora xwe zêde kir. Bi vê yekê peyamanên aborî hatin çêkirin, S-400 hatin kirîn. Bi vê awayî ji bo dagirkirina Efrînê rê li ber Tirkiyeyê hat vekirin. DYA û hêzên NATO'yê jî daxilî dagirkirina Efrînê bûn. Hesabê wan ew bû ku di 3 saetan de Efrînê dagir bikin. Lê belê berxwedaneke dîrokî pêk hat. Paşê Efrîn dagir kirin û ji Dera, Kûneytra, Gûta û Kalamûnê çete anîn û li vira bi cih kirin. Piştî Efrîn hat dagirkirin pozîsyona rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî guherî." 
 
POZÎSYONA WAN GUHERΠ
 
Yûsûf, anî ziman ku Rûsya bi van gavan û hevdîtinên Astanayê li Sûriyeyê bû xwedî bandoreke mezin û got, Astana li dijî Cinêwê hat destpêkirin û hema bêje hindik mabû bandora Cinêwê bişikîne. 
 
Yûsûf, ji bo encamên neyînî yê vê rewşê jî bal kişand ser tiştên hatine serê gelê Efrînê û got, bi êrîşên dijwar zêdetirî 300 hezar mirov koçber bûn, lê belê hê jî berxwedana gelê Efrînê didome. 
 
LI IDLÎBÊ TIŞTÊN DIXWESTIN PÊK NEHATIN 
 
Yûsûf, destnîşan kir ku divêtiyên peymana Astana û Soçiyê ku piştî Efrînê hatin çêkirin , bi cih nehatine û got: "Diviya li herêma Idlîbê komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji rêya M5 û M4'ê vekişin. Lê belê ev pêk nehatin. Ev yek, pêşiya hin tiştan vekir. HTŞ û komên dinê dîtin ku polîtîkayên Tirkiyeyê her diçe wan lawaz dikin. Û her wiha Idlîb wekî anvenda van komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan tê zanîn. Idlîb ji bo hêzên li wir şer dikin xwedî stratejiyeke girîng e. Deriyê Behra Spî ye. Tirkiye jî dixwaze di ser wê re xeyala xwe ya Osmanîtiyê pêk bîne. Xwest bêyî ku ew û Rûsya rûberî hev bibin vê yekê bike. Lê belê li Idlîbê tiştên dixwestin pêk nehatin. Piştî Efrînê, her ku çû krîzê kûrtir bû." 
 
TÊKILIYA DYA Û RÛSYAYÊ 
 
Yûsûf, anî ziman ku hema bêje niha Idlîb bûye qada şerê navdewletî û got, li Idlîbê DYA, NATO û hêzên Ewropî gefan li hev dixwin. Yûsûf, diyar kir ku ev pêvajo di 2019'an d edest pê kiriye û niha her diçe zêdetir dibe û got: "Krîz û nakokî didomin. Lê belê dîsa jî li vira Rûsya û DYA hinekî li hev kirine. Bi taybetî jî di hevdîtina Rûsya û DYA'yê ya li Îsraîlê de her du hêzan li hev kir. Kolîsyonê piştî DAIŞ'ê, li herêmê hêza Îranê kêm kir û koalîsyonek sunî çêkir. DYA'yê ji bo hin têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hin tevdîr girtin. Welatên ereb anîn cem hev du, bi pêşengiya Erebîstana Suûdî koalîsyonek çêkir û li hemberî Îranê hin hemle pêk anîn." 
 
PEYMAN Û PLAN 
 
Li gorî Yûsûfê; DYA'yê bi polîtîkaya xwe ya li dijî Îranê re ew û Rûsyayê bûne şirîkê hev. Yûsûf, got: "Ji be rhin hemle û polîtîkayên ku dê Rûsya li Sûriyeyê bike ev tişt pêk hatin. Ev peyman kir ku koalîsyon ji bo hin peymanên ku Rûsya bi Tirkiyeyê re kir û dê bike bêdeng bimîne. Her wiha gava Tirkiye berê xwe da rojhilatê Firatê, biryar girtin ku Rûsya li Îdlîbê xwe li bêdengiyê deyne. Di dawiyê de Tirkiye bi destûra her du aliyan êrîşî herêmê kir. Bi êrîşa Tirkiyeyê re, hiştin ku hêzên rejîmê jî têkevin herêmê û hêzên rejîm xurt bikin. Îhtimaleke mezin e, ev li gor lihevkirinekê hatiye kirin. Ji bo Tirkiye nebe sedema pirsgirêkan û planên wan baş pêk bên, ji bo Tirkiyeyê çavên xwe girtin. Tirkiye jî ket Girê Spî û Serêkaniyê. Ev planeke navdewletî ye. Awayekî dîtir yê komploya 9'ê Cotmehê ye." 
 
LI HEMBERÎ ÎRAN Û TIRKIYEYÊ...
 
Yûsûf, anî ziman ku bi awayekî din geşedanên li Idlîb û tevahiya Sûriyeyê diqewimin, ji bo lawazkirina Tirkiyeyê ne û derpêş kir ku di ser Idlîbê re berê Tirkiyeyê dane Lîbyayê. 
 
Yûsûf, destnîşan kir ku bi vî awayî her diçe Tirkiye tê teşhîrkirin û got: "A rast Rûsyayê bi peymana Astanayê ji tevahiya cîhanê re got, Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan. Yanî Tirkiyeyê xistin weziyeteke ku sûc dike. Hûrguliyên vê yekê pir in. Qada Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re girtin û li eskerên wan dan. Nikarin mudaxileyî vê yekê bikin. Hme li Idlib, hem li Lîbya, hem li Efrîn, hem li Serêkaniyê û Girê Spî Tirkiyeyê dorpêç kirin. Ev bû sedema korerêyekê." 
 
Yûsûf, bal kişand ser 'agirbesta' ku Rûsya û Tirkiyeyê ji bo Îdlîbê di navbera xwe de çêkirin û got, tiştekê nepêbawer e û got, wê ev rewş zêde dirêj nedome. Yûsûf, destnîşan kir ku her du alî jî amadekariyên xwe yên şer dikin û got: "Rûsya û rejîma Sûriyeyê riya M5 bi dest xistin. Li gorî peymana nû jî wê Rûsya û Tirkiyeyê li rêya M4'an jî pev re dewriye bigerin. A ewil pêk nehat. Komên li wir di warê derûnî de şikestin. Êdî baweriya wan bi Tirkiyeyê anyê. Piştî vê wê krîzî sîrayetî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye nikare qada hewayî bi kar bîne an wê bêdeng bimîne û Idlîb ji dets biçe an jî heke daxilî şer bibe wê ev rewş berê xwe bid enava wê. Di vê rewşê de wê du rê li ber Tirkiyeyê bin. An ew û Rûsyayê wê bi hev re şer bikin an jî wê paş de gav bavêje. Gava paş de gav bavêjê û çeteyên li wir hemû berê xwe bidin Tirkiyeyê, wê krîza li Sûriyeyê veguhêze Tirkiyeyê." 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

20/03/2020
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû