Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye

img

AMED - Di ser kuştina Kemal Kûrtkûtê ku di Newroza Amedê de hatibû kuştin 3 sal derbas bûn. Polîsê bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin û malbata Kûrkût ji bo vê yekê got, ev ji bo wan wekî "îşkenceyê" ye û parêzera malbatê Reyhan Yalçindag jî got, ew li bendê ne dadgeh biryareke adil bide. 

Di 21'ê Adara 2017'an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût gava ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Amedê, li têketina qada Newrozê polîsan ew kuştibû. Walîtiya Amedê ji bo kuştina Kûrkût gotibû: "Kes ber bi qada çalakiyê ve baz daye. Guh nedaye îxtarên hêzên ewlehiyê, kêra di destê xwe de neavêtiye û ber bi qadê ve baz daye. Ji ber îhtimala ku kes bombeya zindî ye û ewlehiya kesên li qadê hêzên dewletê mudaxile kirine. Kesê birîndar bûye bi ambulansê rakirine nexweşxaneyê, lê belê tevî hemû mudaxuliyan jî nehatiye xelaskirin û jiyana xwe ji dest daye." 
 
WÊNEYAN RASTÎ DERXIST HOLÊ 
 
Lê belê Rojnamevan Abdûrrahman Gok gava ji bo pîrozbahiya Newrozê li qadê bû, wêneyên ku gava polîsan ber Kûrkût dida kişandibûn. Wêneyên Gok daxuyaniya walîtiyê pûç kiribû û ev wêne seyra lêpirsînê guherandibû. Piştî wêne hatibûn weşandin der barê polîs Yakûp Ş. de bi îdiaya "kuştina bi qesdî" îdianame hatibû amadekirin û hatibû xwestin cezayê muebetê lê bê birîn. 
 
WALÎ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NEDA 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestibû der barê 72 polîsên ku wê rojê peywirdar de lêpirsîna edlî bide destpêkirin, lê belê Walî Hasan Basrî Guzeloglû bi hinceta "îhmalkarî çênebûye" destûra lêpirsînê nedabû. 
 
Bersûc polîs Yakûp Ş. 3 sal in bi awayekî negirtî didome. Çendî ku malbata Kûrkût û parêzerên wan daxwaz dikin ku bersûc bê girtin, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin û ji ber di raporên Saziya Tiba Edlî û Buroya Krîmînalê ya Neteweyî de nakokî hene, hê jî doz bi dawî nebûye.
 
Dayika Kûrkût Secan Kûrkût, birayê wî Ercan Kûrkût û parêzera wan Reyhan Yalçindag der barê bûyerê de axivîn. 
 
Dayik Secan Kûrkût got: "3 sal in em heman êşê dikişînin. Niha Kemal dibistana xwe kuta kiribû û bûbû xwedî kar. Xeyalên wî hebûn, hemû jî nîvco man. Beleheq kurê min kuştin. Tu sûcekî wî tunebû. Heger sûcê wî hebûna dê wî bigirtana. Tu tişt nikare Kemal bîne. Lê ji ber ku kujer nayê cezayêkirin em diêşin." 
 
‘ME EWARE DIKIN' 
 
Kûrkût, anî ziman ku ew bi hêviya ku polîsê sûcdar bê girtin û bê cezakirin tev li danişîna dibin û got: "Her carê em dibêjin wê di vê danişînê de bê girtin û cezakirin, lê nakin. Her tim danişînê taloq dikin û me eware dikin. Bêyî ceza li kujer bibirin, wî ber didin." 
 
‘BELKÎ HIN ZAROKÊN DIN NEMIRIN...' 
 
Dayik Kûrkût, diyar kir ku necazakirina polîsê bersûc wan diêşîne û got: "Kujer li derve digere, em pê diêşin. Em edaletê dixwazin. Canê me êşiya, bila yên kesî din neêşe. Heger ceza li kujer bibirin belkî êdî hin zarokên din nemirin. Em dixwazin rojek berî rojekê kujer bê cezakirin. Bira hin dayikên din negirîn." 
 
Bira Ercan Kûrkût jî destnîşan kir ku êdî darizandina heyî ji bo wan veguheriye îşkenceyê. Kûrkût, anî ziman ku êdî baweriya wan bi darizandinê nemaye û got: "A rast dizanin em hay her tiştî hene. Lê belê vê yekê di şexsê kesê hatiye kuştin de malbatê îşkence dikin. Li vê erdnîgariyê serdest peyamekê didin; 'Belê em dikujin û em xwe nadarizînin. Çimkî hûn kurd in, elewî ne, jin in yanî hûn ên dera han e.' Baweriya me bi edaletê nemaye. Encamên dozên bi vî rengî diyar in. Me jî dixwest em bawer bikin, lê êdî hviya me jê nemaye." 
 
PARÊZER YALÇINDAG: DIBE KU GELEK KIRYAR HEBIN! 
 
Parêzera malbatê Reyhan Yalçindag jî anî ziman ku di bûyerên bi vî rengî de dewlet tê parastin û got: "Polîsek mafê jiyanê yê mirovekî bin pê dike. Dozger dixwaze bê girtin lê nayê girtin. Roja bûyerê gelek polîs li wir bûne, lê belê di dosyeyê de îfadeya wan tuneye. Piştî rapora ji Buroya Krîmînalê ya Neteweyî hat, me dîsa xwest bê lê hê jî nehatiye bersivandin. Em dixwazin rastî derkeve holê. Dibe ku gelek kiryarên wê hebin. Heger ev rapor bi awayekî zanistiyî bên amadekirin û daxilî dosyeyê bên kirin wê derkeve holê. Lê belê di vî warî de dilsariyek heye. Sedem polîtîkaya bêcezatiyê ye." 
 
Yalçindag, anî ziman ku armanca wan biryareke adil e û ji bo dosye bi awayekî herî rast bi dawî bibe hewl didin. 
 
MA / Aydin Atay

Sernavên din

20/03/2020
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû