STENBOL - Girtî Serdal Yildirim ê ji sedî 98 felç e û Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare di girtîgehê de bijî" daye jî bi hinceta "Ji bo civakê talûke ye" nayê berdan.
Li gorî dane û raporên Komeleya Mafên Mirovan (îHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 457 nexweşên giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş girtî ne. Tenduristiya gelek girtîyan pir xeter e û nikarin bi serê xwe bijîn. Li gel raporên Saziya Tipa Edlî û serlêdanên parêzeran jî dîsa girtiyên nexweş nayên berdan. Yek ji girtiyê nexweş ku nayê berdan girtî Serdal Yildirim e. Serdal Yildirim di sala 2010'an de qeza derbas kir û felç bû. Piştre hat girtin û niha ji sedî 98 astengdar e. Yildirim di sala 2016'an bi hinceta beşdarî şahiya HDP'ê bû, bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat binçavkirin û hat darizandin. Yildirim li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat darizandin û rastî 12 sal cezayê girtîgehê hat. Yildirim piştî hat cezakirin di 30'ê Kanûna 2018'an de li malê hat binçavkirin û girtin. Yildirim niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li gel felç e jî girtî ye û nayê berdan.
Parêzeran ji bo Yildirim serbest bê berdan serî li Secit-cinayetaziya Tipa Edlî dan. 3’emîn Saziya Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tipa Edlî, der barê Yildirim de rapor amade kir û diyar kir ku Yildirim nikare li girtîgehê bijî. Dozger jî li ser gotina Qeymeqem û Midûrê Polîsan yên Qoserê ya “Ji bo civakê talûke ye" rapora Saziya Tipa Edlî li ber çavan negirt û daxwaza berdanê red kir.
Parêzeran cara duyemîn serlêdan kirin, lê dozgeriyê cara duyemîn dîsa daxwaza parêzerên Yildirim red kirin.
Birayê Serdal Yildirim, Sedat Yildirim, anî ziman ku birayê wî Sal û Nîvekê li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî ma û wiha got: "Birayê min ji navê felç e. Ji sedî 98 astengdar e. li gel rapora wî heye jî nayê berdan. Midûrê Polîsan û Qeymeqam berdana birayê min ji bo civakê talûke dibîne. Li gorî kê û li gorî çi talûke ye? Tenê polîsek li ser masê kaxizê îmze dike û biryara "Ji bo civakê talûke ye' Me ji bo rewşa birayê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê heta niha tu encam ji wir nehatiye. Rewşa birayê min her ku diçe xerab dibe. Li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin. Ger ku birayê min li derve emeliyat nebe dê jiyana xwe ji dest bide. Li Odeya Tabîban rapora wî heye.
BI SANDALYA BI TEKER DERDIKEVE HEVDÎTINÊ'
Sedat Yildirim, anî ziman ku birayê wî bi tena serê xwe nikare derkeve hevdîtinê û wiha got: "Birayê min bi sandalyaya bi teker derdikeve hevdîtinê. Hevalên li cem wî dimînin jî rewşa wan giran e. Em dixwazin hepsa malê bidin wî."