MÊRDÎN - Cenazeyên 30 kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji det dabûn, 4 sal in li goristana bêkesan têne sekinandin.
Di 14'ê Adara 2016'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina derve hatbû îlankirin û heta 22'yê Nîsana 2018'an deam kiribû. Li gor raporênn rêxistinên mafên mirovan di dema qedexeya 7'emîn de li Nisêbînê 2 jê zarok, 7 jê jin 25 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê di dema qedexeya heştemîn ku qedexeya herî dirêj bû jî li taxa Kişla, Zeynelabîdîn, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê jî hezar û 786 avahî hatibûn texrîbkirin.
'SENDROMA NISÊBÎNÊ'
Di dema qedexeyê de ji ber ku ji ber pevçûnan derûniya hêzên dewletê xirab bûûbû, ji bo qedexeya navborî hatibû gotin "Sendroma Nisêbînê." Li gorî dosyeya kesên ji nav navçeyê hatibûn derxistin 69 polîs, esker û cerdavan mirine û 528 jê jî birînda bûne. Piştî Yekîneya Parastina Sivîl (YPS) gotibû "Em ji Nisêbînê derketine" di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 sivîl ji nav bajêr hatibûn derxistin. Li gorî daxuyaniyên YPS'ê li bajêr 51 endamên wan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyandibû ku 495 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha tevî cenazyên gelek perçeyên canê mirovan jî ji navçeyê hatibûn derxistin û hatibû gotin ev perçe ên 58 kesî ne.
LI SER CENAZEYAN TOKÎ AVA KIRIN
Li 6 taxan li ser avaêhiyên ku di dema qedexekirina derve de hatibûn texrîbkirin avahiyên TOKÎ'yê hatin çêkirin. Hê jî avahiyên TOKÎ'yan teslîî xwediyên wan nehatine kirin. Lê belê tê gotin di biniya van avahiyan de gelek cenaze û eprçeyên laşên mirovan mane.
ÎFADEYA RAYEDAREKÎ JÎ NEHAT GIRTIN
Navê welatiyên di dema qedexeyên derketina derve yên Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan ev in: Ahmet Sonmez (50), Şahîn Tûran (25), Selamet Yeşîlmen (44), Abdulkadîr Yilmaz (65), Hasan Dal (45), Mûsûr Aslan (19), Emîn Oz (55), Mûhammed Altûnkaynak (19), Nûrhan Kaplan (45), Şerîf Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emîn Înan (55), Cûdî Teber (23), Mahsûm Alpdogan (19), Fehîme Akti (56), Hakan Dogan (15), Medenî Orak (45), Rohat Karakoç, Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pîtek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehûme Kûrûmaz (11), Dilşa Ak (59), Emîre Gok (39).
Heta niha der barê kuştina sivlan de îfadeya rayedarekî jî nehatiye girtin û her wiha dosyeyên der barê kuştina wan de jî daxilî nav dosyeyên "kiryar nediyar" hatine kirin. Her wiha di dozên der barê 70 kesên hatin girtin de jî heta niha li 42 kesan cezayên giran hatine birîn.
NÊZÎ 30 CENAZE TESLÎMÎ MALBATAN NEKIRINE
Piştî qedexeya derketina derve cenazeyên ji bajêr hatin derxistin, tên gotin ên 58 kesan e. Cenazeyên ji navçeyê hatin derxistin li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê li goristanên bêkesan hatin definkirin. Heta niha 30 cenaze jî bi hinceta "DNA li hev derneketiye" teslîmî malbatan nayên kirin.
Ji van cenazeyan 22 jê li goristana bêkesan a Goristana Kamor a navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatine veşartin û nêzî 8 cenaze jî li goristanên li bajarên derdorê hatine veşartin. Ji ber ku Qeymeqamê Nisêbînê gotibû "Divê cenazeyên PKK'yiyan neyên definkirin" cenazeyan nadin malbata û her wiha serlêdana malbatan a li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî hê nehatiye bersivandin.
Rêveberê Komeleya Xizmên Windayan a Mezopotamyayê (MEYA-DER) ku bi KHK'ê hatibû girtin Nezîr Saraç jî anî ziman ku hê jî nêviyê cenazeyan teslîmî malbatan nehatiye kirin. Saraç, destnîşan kir u rojek berî rojekê divê DNA bi dawî bibin û cenaze bên teslîmkirin. Her wiha Saraç bang li malbatan jî kir ku xwedî li cenazeyan derkevin û got: "Malbatên xwîn dane tim pirsa cenazeyên xwe bikin. Bira li encama testê bipirsin."