MELETÎ - Kesekê ji Îngîlterê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin. Du kesên din jî, di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Li Meletiyê, welatiyên binavê Lutfî Aslan û Mehmet Halici yên bi îdîaya li ser medya civakî “Propagandeya rêxsitinê kirin” hatin binçavkirin.
Li Gundê Darici yê navçeya Argan a Meletiyê, welatiyê bi navê A.Ş. ê ji Îngîlterê ji bo cenazeyê bavê xwe hat gund, di dema kar û barên definkirinê de, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku A.Ş. ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên di navbara salên 2013 û 2014’an de parvekirin, bi îdîaya “Propagandeya rêxsitinê kirin” hat binçavkirin.